Li Fransayê, piştî ku mamosteyê dîrokê Samuel Paty li naverastê serê wî hat jêkirin, pêr serê sibehê, li hemberî bi dehan kesî operasyon hate kirin.
Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin diyar kir ku serê sibehê li dijî kesên nêzî tevgerên Îslamî operasyon hatiye destpêkirin û operasyon wê dewam bikin.
Operasyon li dijî kesên ku pêwendiya wan bi lêpirsîna kuştina Samuel Paty hebû, pêk hatiye. Darmanin ji radyoya Europe 1 re axivî û got, ew ê yek kêliyê jî firsendê nedin dijminê komarê.
Darmanin wekî din ragihand ku piştî kuştina Paty, zêdetirî 80 kesî ji ber sûcên nefretê yên li ser înternetê, ketine ber lêpirsînê, û gelek kes hatine girtin.
Darmanin wekî din got, ew pêşniyaz dike komeleyên "Kolektîfa li dijî Îslamofobiye ya Fransayê (CCIF)" û "BarakaCity" bên girtin. Van komeleyan ji bo kuştina mamoste Samuel Paty fitû derxistibû. Wezîr ragihand ku gelek komeleyên din jî wê bikevin ber tevdîran û ew ê mijarê bibe ber destê dadgeriyê.
Mamosteyê dîrok-cografyayê Samuel Paty, piştî ku karîkaturên Charlie Hebdo yên li ser pêxemberê Îslamê li dibistanê di çarçoveya azadiya îfadeyê de ji xwendekaran re vegotin, bûbû hedef. Îna bihurî jî li naverastê ji aliyê Çeçenekî 18 salî ve serê wî hatibû jêkirin. Bi taybetî CCIF li dijî Paty fetwa dabû.
Roja Yekşemê bi deh hezaran kes li tevahiya welêt ji bo bibîranîna Paty daketibûn kolanan.

PARÎS