Ji serê salê ve li Îranê herî kêm 428 kes hatine bidarvekirin.

Li Îranê di 10 mehan de herî kêm 428 kes hatine bidarvekirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê da zanîn ku li gorî par rêjeya darvekirinan li Îranê ji sedî 89 zêdetir bûye û eşkere kir ku ji serê salê ve li Îranê herî kêm 428 kes hatine bidarvekirin. Ji van 2 zarok û 12 jî jin in. Ev mirov ji girtîgehên Îranê li ber çavê xelkê hatine bidarvekirin.

Di roja cîhanî ya têkoşîna li dijî cezayê îdamê de, Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bi daxuyaniyekê bilançoya 10 mehên bihurî ya kesên li Îranê hatine bidarvekirin, eşkere kir. Li gorî bîlançoyê, ew dibêje, “Ji destpêka sala 2022’yan ve herî kêm 428 kes li girtîgehên Îranê li ber çavê xelkê hatine bidarvekirin. Çavkaniyeke fermî û medyaya navxweyî ya Îranê di nava vê demê de tenê bidarvekirina 52 kesan ragihandiye. 376 kesên din jî ji çavkaniyên herêmî yên pê bawer û parêzvanên Mafên Mirovan, rêxistina me bilançoyan de qeyd kirine.”

Rêxistinê da zanîn ku li gorî par rêjeya bidarvekirina ji sedî 89 zêde bûye. Par 226 kes hatibûn bidarvekirin.

Ji 428 kesên îsal hatine bidarvekirin, li gorî agahiyên berdest 121 kes Nelûç in. Yanî ji sedî 35. Rêjeya Kurdan jî di nava bidarvekiriyan de zêdetir e ji serjimara wan a li nava Îranê. 

NAVENDA NÛÇEYAN