Di van rojên dawî de şerê di navbera hêzên alîgirên hikûmeta Yemenê û koma Ensarellah El-Hûsî de li derdorê bajarê Meirib ê bakurê Yemenê gur bû û di nava 2 rojan de 65 çekdar ji her du aliyan hatin kuştin.
Rayedarekî hikûmeta Yemenê ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP`ê re ragihand ku di 48 saetên de [doh û pêr] li herêma başûrê bajarê Meiribê 22 çekdarên alîgirên hikûmetê û 43 milîsên Hûsiyan hatine kuştin. Komên Hûsiyan di Sibatê de dest bi bipêşveçûna ber bi bajarê Meirib ve kiribû da ku tevahiya bakurê Yemenê kontrol bikin.
SANA