• Abimael Guzman wefat kir. 

Abimael Guzman ê ku li Perûyê yek ji sembolên tevgera şoreşger bû, di 86 saliya xwe de wefat kir. 

Profesorê berê yê Felsefeyê Guzman ê bi navê Serok Gonzalo jiyana xwe ji dest da. Guzman ji sala 1992’an û vir ve di hepsê de bû.

Vanda Felbab-Brown a ji Enstîtuya Brookingsê ji bo Guzman gotibû, "Ji xeynî Fîdel Castro yek ji şoreşgerê Emerîkaya Latîn ê ku dikira hikûmet hilweşanda û bibûya desthilatdar Guzman e." Li vir îşaret bi tevgera wî damezrandinî, Rêya Rohnîker (Sendero Lunimoso) tê kirin ya ku piştî girtina wî ji hev de ket.

Dijminahiya hikûmeta Perûyê li dijî Guzman xwe di ragihandina mirina wî de jî nîşan da. Hikûmetê sosyalîst a nû, bi daxuyaniya xwe xwe ji çepgiriya şoreşger a Guzman dûr xist.

LÎMA