Dûrxistina dewletên Asya Navîn ji çerxa Rûsyayê yek ji armancên sereke yên dîplomasiya Emerîkayê ye. Lê aqlê saxlem ferz dike ku ji ber Rûsya li hember Asyaya Navîn siyaseteke dostane dimeşîne, tu sedem tune ku welatên herêmê têkiliyên xwe bi wê re xirab bikin. Têkiliyên siyasî, aborî, însanî, têkiliyên di warê ewlehiyê de di navbera Rûsya û Asyaya Navîn de ne tenê ji nêz ve bi hev ve girêdayî ne, ji bo welatên herêmê jî pir girîng in, ku bingehek demdirêj û aram misoger be.
Asya Navîn ji ber pozîsyona xwe ya erdnîgarî û jeopolîtîk, her tim bûye xaçerêya berjewendiyên hêzên mezin. Ji ber taybetiya peywendiyên di navbera Asya Navîn û Rûsyayê de, têkiliyên bi dewletên mezin re ji bo welatên herêmê xwedî girîngiyeke mezin in, bi taybetî di çarçoveya ewlehiya siyasî de. Hevsengkirina têkiliyan ji bo dewletên Asyaya Navîn ne tenê hunereke dîplomatîk e, di heman demê de rêyek e ji bo dabînkirina ewlehî û aramîyê ye.
Hemû hêzên mezin li Asyaya Navîn çalak in, Çîn, Rûsya, DYE, Ewrupa, Hindistan û Japon jî di nav de. Di warê bandora jeopolîtîk û stratejîk de, bêguman Çîn, Rûsya û Emerîka roleke sereke dilîzin. Ev yek ji bo welatên Asyaya Navîn nabe pirsgirêk eger hêzên mezin bi hev re lihevhatineke baş bikin, lê rastî ev e ku peywendiya di navbera wan de tevlihev e û pir caran wekî pêşbaziya jeopolîtîk tê şîrove kirin. Li Rojava, bi gelemperî ji wan re dibêjin "Lîstika Mezin" a nû, ku balê dikişîne ser xwezaya pêşbazî û rûbirûbûnê.
Lê ev yek ji bo têkiliyên di navbera Çîn û Rûsyayê de derbas nabe. Her du welat ji sala 1998’an vir ve li Asya Navîn di warê ewlehî û aborî de hevkariyê dikin. Her çend bi awayekî xwezayî di navbera wan de pêşbaziyek hebe jî, taybetmendiya sereke ya têkiliya wan hevkariya stratejîk e. Berhema wan û di heman demê de platforma pêkanîna wan Rêxistina Hevkariya Şanghayê bû ku di sala 2001’ê de hat damezrandin.
Li gorî nêrîna welatên herêmê, dîplomasiya piralî bijardeyek baştire, ji ber ku li gorî berjewendiyên wan e. Hêzên mezin bi hev re nakok in, lê dewletên Asya Navîn li hember wan tu îddîa wan nînin. Di mijarên wekî mafên mirovan û demokrasiyê de cudahiyên wan hene, lê naxwazin li pey hêzeke mezin li dijî hêzeke din bin; ew dixwazin bi her yek ji wan re bibin hevkar. Tevî dubendiya kûr a di navbera Çîn, DYA, Rûsya û welatên Yekîtiya Ewrupayê de, dewletên Asyaya Navîn bi her yek ji van welatan re hevkariyeke stratejîk pêk anîne.
Pragmatîzm bi giranî di warê aborî de xwe dide der. Berjewendiyên aborî bingehê wê ne, ji ber vê yekê dîplomasiya aborî bi taybetî populer e. Aboriyên sereke, di nav de Çîn, Rûsya, Dewletên Yekbûyî, Ewrupa, Japonya, Koreya Başûr û Hindistanê, ji bo welatên Asyaya Navîn qadên sereke yên hevkariyê ne. Li gorî vê yekê derfetên aborî ji bo dîplomasiya hêzên mezin ên herêmê sermayeyekk girîng e. Yê ku bikaribe ji welatên Asyaya Navîn bêtir sûdên aborî bîne dê bibe mêvaneke daîmî.
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Newekhevîya sosyo-aborî li cîhanê
1 nîsanê
Rêber Apo xefik parçe kir!
4 adarê
Dem, dema pêkanîna şoreşê ye!
25 sibatê
Gelo aştî bê azadî dibe?
18 sibatê
Sûrîye û Desentralîzasyon
11 sibatê