- Biryar Reşîd got, di civîna doh a parlamenê de biryar hat dayîn ku sibe parlamena Iraqê derbarê hilbijartina namzetekî ji bo wezîfeya serokkomariya Iraqê de kom bibe.
Parlamenterê Iraqê, biryar Reşîd ragihand ku biryar hat dayîn ku di 13 Cotmehê de parlamena Iraqê derbarê hilbijartina kesekî ji bo wezîfeya serokkomariya Iraqê, kom bibe.
Biryar Reşîd derbarê civîna parlamena Iraqê ya ji bo hilbijartina serokkomarek ji bo Iraqê, ji Rojnewsê re axivî.
Biryar Reşîd got, di civîna doh a parlamenê de biryar hat dayîn ku di 13’ê Cotmehê de (sibe) parlamena Iraqê derbarê hilbijartina namzetekî ji bo wezîfeya serokkomariya Iraqê de kom bibe.
Pêr cîgirê yekem ê serokê parlamena Iraqê Muhsîn Mendelawî ragihandibû ku 170 parlamenteran îmze daye û bang kiriye ji bo civînek taybet a hilbijartina serokkomarê Iraqê.
Ev salek qediyaye ku hilbiajrtinên giştî li Iraqê pêk hatine, lê hêna jî hikûmet nekatiye bê avakirin.
ROJNEWS/BEXDA