Gelo Bihareke Erebî ye?

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 12 Îlon 2023 - 00:05

Li Sûrî, xwepêşandan û grevên dijî hikûmetê li parêzgeha Suweyda ya ku pirranî Durzî lê ne, dewam dikin, ku bi rastî, ji kontrola Şamê derketiye û desthilatên rejîmê yên li deverê, nikarin kontrolê bi tevahî vegerînin. Ev ne aloziya yekem e li vê parêzgeha Sûrî - ev yek ji sala 2019’an û vir ve bi rêkûpêk diqewime. Lê ya herî girîng ew e ku berfirehiya çalakiyên protestoyî her ku diçe zêde dibe.

Di heman demê de, li parêzgeha Deraa ya cîran, ku prosedura lihevhatinê di navbera hêzên hikûmetê û opozîsyonê de ji sala 2018’an ve dewam dike, bi sedan welatiyên Sûriyê jî daketin kolanan ji bo şermezarkirina xirabbûna rewşa jiyanê. Xwepêşandanên li başûrê Sûriyê, çi li Deraa û çi li Suweydayê, her ku diçe zêdetir rengê siyasî digirin û niha rasterast li dijî hikûmeta Sûriyê têne kirin. Berê ev çalakî bi giranî di bin dirûşmeyên aborî û banga çareseriya pirsgirêkên civakî de dihatin kirin.

Di salên şerê navxweyî de, asta gendeliyê li welêt tenê zêde bû. Lêbelê, kêmkirina çalakiya çekdarî ji bo aboriya Sûrî encameke erênî nedaye. Berovajî vê yekê, veguhertina yekîneyên alîgirê hikûmetê bo kartelên siyasî û dabeşkirina dualî ya  hêzan, diyardeyeke pirr metirsîdar e, ya ku tenê rewşa aborî ya jixwe bi felaket, li welat girantir dike û her weha pereyên dawî ji Sûrî distîne.

Di heman demê de, cezayên welatên rojava yên li ser Sûrî nayên paşguhkirin. Ew tengezariya navxweyî li welat diparêzin û pêkanîna pêvajoya jinûveavakirinê dijwar dikin. Qanûna Sezar, ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve li ser Sûriyê hatiye sepandin, sînoran ferz dike li ser her şirket û fîrmayê, û her wiha her kesê ku bi saziyên fermî yên Sûriyê re hevkariyê dikin; ev jî tesîrê li ji nû ve avakirina welêt.

Desthilatdarên Sûrî bi xwe ji bo bicihanîna şert û mercên dewletên Erebî ku rê bidin wan ku dest bi pêşkêşkirina alîkariyê ji Sûrî re bikin, nalezînin. Ev şert û merc jî ev in: Çêkirina şert û mercan ji bo vegera penaberan û bidawîkirina zordariya siyasî . Û ya herî girîng jî, pêwîstî bi qutkirina rêyên neqanûnî yên madeyên hişbir ên Sûrî nexasim hebên kaptagon heye; ev hebên hişbir ji Sûriyê ve dikevine bazara Rojhilata Navîn. 

Heger vegerin dîrokê di dawiya salên 1920’an de Durzî, bi serkêşiya Sultan el-Etraş bûn hêza sereke li pişt "Serhildana Sûrî ya Mezin" a li dijî Fransaya kolonyal, ku piştre nûnerên komên din ên etnîk û mezhebî ên sûrî tevlî bûn. Weke niha, wê demê behsa cudaxwaziya Durzî nehatibû kirin - berevajî vê, niştecihên Suweydayê di şerê li dijî kolonyalîzma Fransî de, bûn pêşengê Sûriyê. Xwepêşandanên niha li Suweydayê, diruşmên wan jî hene ku nişteciyên van deveran wek welatiyên Sûriyê tevdigerin, ne wek nûnerên Durzî. Hêjayî gotinê ye ku ne tenê Durzî, Erebên Xiristiyan jî di xwepêşandanên Suweydayê de beşdar in.

Ev serhildan yan jî xwepêşandan pêkhatineke bihêz a li dijî hikûmetê ye, sedema vê jî rewşa aborî ya dijwar a li vî welatî ye. Dibe ku çi zû û çi dereng, nûnerên Erebên Sunî jî tevlî xwepêşandanan bibin; û li gorî "prensîpa domînoyê" îhtîmal e xwepêşandan li temamê Sûrî belav bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.