• Li bajarê Elmanyayê, Trierê, kesekî bi wesayîtê da nav peyayan, hejmara kesên mirin bû 5.

Sêşema bihurî êvarkî, li bajarê Trierê kesê bi navê Bernd W. ê 51 salî, bi wesayîtê da nav peyayan. Di êrişa li navenda bajêr, li devera sûka peyayan de pêşî hatibû eşkerekirin ku du kes mirine, gelek birîndar bûne. Doh hat eşkere kirin ku kesên mirine bûne 5. Di nava van 5 kesan de pitikeke 9 hefeteyî jî heye. Gelek ji birîndaran jî hîna li nexweşxaneyan tên dermankirin. Hejmara birîndaran herî kêm 14 e û hin ji wan hîna jî li ber mirinê ne.

Nehata sekinandin felaket wê mezintir bûye

Êrişkarê Elman, Bernd W. piştî bûyerê hate girtin. Lê weke her carê, gava li Elmanyayê komkujerek elman be, fitû û hincetên wî jî pê re tên eşkerekirin. Rayedaran hem navê wî zû eşkere kir û hem jî got, ew serxweş bûye. Wekî din Bernd W. xebero bi rojan e şêveder bûye û di erebeya nasekî xwe de raketiye.

Wezîrê karê hundir ê eyaleta Rheînland-Pfalz Roger Lewentz hîna qebûl nake ku zanibe ka êrişek heye yan na. Sedem jî nebûna qeyda wî li cem polîsan e. Yanî heger zanibin qeydeke wî heye, xebero wê jihevderxin ka êrişeke siyasî yan na. Lê dîsa jî di daxwuyaniya rayedaran nîşan dide ku zû girtina êrişkar, pêşî li karesateke mezintir girtiye. Axir dozger niha bi kuştin, hewldana kuştinê û birîndarkirina mirovan wî tohmetbar dike. Dozger dibêje, wî wesayît bi niyetxirabî weke sîleh bi kar aniye.

Midûriyeta Polês neda zanîn ka tohmetbar çi gotiye, lê polês beriya wê gotibû, "Ew bi me re dipeyive."
Tohmetbar Bernd W. doh derxistin pêşberî hakim, lê gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna diyar nebûbû, ka hakim ji bo girtîbûna wî çi biryar daye.

Kanûna 2018’an li Berlînê çeteyên DAIŞ’ê bi kamyonekê êrişek kiribû, 12 kes kuştibûn. Ji vê êrişê û şûn ve li welat rewşeke lezgîn hebû.

Li gorî Wezareta Karê Hundir ji sala 2009’an û vir ve pirranî ji sala 2016’an û vir ve 17 êrişên bi vî rengî pêşiya wan hatiye girtin.

Herî dawî li bajarê Dresdenê li kolanekê welatiyeke 20 salî yê Sûriyeyî, bi sûcê kuştina kesekê bi kêran hatibû sûcdarkirin û girtin.

TRIER