Folklora Kurdî ya ezamet

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Kanûn 2022 - 05:51

Weşanxaneya Wardozê di warê folklorê de 3 pirtûkên nû yên berhevkar Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl ên bi navê "Dîdarok û Qewlikên Zarokan", "Zêmar, Stranên Şînê" û "Qewl û Beytên Êzdiyan" çap kirin. 

 

Weşanxaneyê berê jî pirtûkên Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl ên bi navên "Dewrêşê Evdî", "Sêva Sêling", "Destana Kurdî", "Gotinên Pêşiyan", "Zargotina Kurdên Suriyeyê", "Çima Deve Xeyidî", "Destanên Me", "Gulançkzêrîn" çap kiribûn; vê carê jî 3 pirtûkên nû yên van berhevkaran bi navên "Dîdarok û Qewlikên Zarokan", "Zêmar, Stranên Şînê" û "Qewl û Beytên Êzdiyan" li pirtûkxaneya xwe zêde kirin. 

 

Dîdarok û Qewliken Zarokan

Di pirtûka "Dîdarok û Qewlikên Zarokan" de ya ku ji 160 rûpelan pêk tê, 689 dîdarok û qewlikên zarokan û 76 şîret-qesîde hene. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970´yî da hatine berhevkirin. Di dîdarok û qewlikan da hêvî, hesret, çoş, hezkirin, şîret hêmanên sereke ne. Hinek jê rasterast zarok dibêjin, hinek ji bo zarokan tên gotin. Berhevkirina vî cureyê zargotinê gelekî zehmet e, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîlî bi keda salan, bi bêhnfirehî ev qewl û beyt berhev kirine.

 

“Hîvê, hîvê

Zengilzîvê 

Dîya min şorbe çêkirîye,

Para hîvê bîr kirîye.”

 

“Navê min, navê te,

Kumê min serê te

Bireve, ez bidim pey te.”

 

Zêmar, Stranên Şînê 

Di berhema "Zêmar, Stranên Şînê" a ji 260 rûpelan de jî 1277 zêmar ango stranên şînê hene. Zêmar, di demên taybet de jixweber tên ristin, loma berhevkirina wan pirr zehmet e. Kesên ku li ser mirî û berzebûyên xwe diêşin, kovana dilê xwe di zêmaran de dirêsin. Carna li ser mirovên xwe yên winda, dûrketî û mişextî jî xema dilê xwe dirêjin. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970´yî da hatine berhevkirin. 

 

“Derê mala me hêlan e,

Pişta mala me meydan e,

Çîyaê bilind mexelê pezkûvîyan e,

Ne wextê tîtalsîyara axê goran e.”

 

“Teyro, teyrê bilincîya,

Teyr geryaye hemû cîya

Bifire, cavê bide xayê kuştîya.”

 

Qewl û Beytên Êzidiyan

Di pirtûka "Qewl û Beytên Êzdîyan" de ya ku ji 310 rûpelan pêk tê, qewl û beytên Êzdîyan yên ku bi salan bi awayê devkî hatine gotin û destûra nivîsîna wan zehmet bûye, hene. Keresteyên vê pirtûkê di salên 1970´yî de hatine berhevkirin. Di qewl û beytan da em gelek raman, hêma û nîşaneyên Êzdayetiyê dibînin. 

 

“Erê bendeo, sed salî li dine bî,

Bi zêr û zîv dibe xinê bî,

Axir rojekê bendaê mirinê bî,

Miskîno, jaro ya ademî.”

 

“Dinîya heye xan û man e,

Îsan tê da bazirgan e,

Bazirgan diçe, xan cî da ne,

Miskîno jaro ya ademî.”

 

Xwîner dikarin van pirtûkan û pirtûkên din ên di warê folklorê de ku ji hêla Weşanxaneya Wardozê ve hatine çapkirin, hem li ser malpera Wardozê hem jî li pirtûkfiroşan peyda bikin. 

MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.