Parlamenterê herêma Val d'Oîse ya Fransayê Françoîs Pûpponî diyar kir ku rejîma Erdogan ji bo bandorê li siyaseta li welatê wan bike, torên xwe xistiye nava liv û tevgerê.
Françoîs Pûpponî ku zêdeyî 20 salan şaredarê banliyoya Sarcelles a Parîsê bû, ji kovara Le Marîanne re axivî. Ev herêm bi şêniyên xwe yên zêde yên biyanî tê naskirin.
Beriya demeke kurt bi navê "Les emîrates de la Repûblîqûe" (Mîrnişînên Komarê) pirtûkeke Pûpponî hate weşandin. Di pirtûkê de nerazîbûnê nîşanî bandora zêde ya Îslama siyasî ya li herêma hilbijartinê dide.

Bi saziyên Îslamî tevdigerin

Pûpponî ji kovara Marîanne re qala rewşa civata Tirk a li herêma Val d'Oîse dike û dibêje, "Beriya deh salan li bajêr bi giştî civata Tirk tune bû. Piştre wekîlên hatin hilbijartin dîtin ku Tirk hêdî hêdî gihîştine Goûssaînvîlle, Garges-lês-Gonesse û Sarcellesê. Nêta bicihbûnê bi rengekî eşkere nîşan dan. Kargeh vekirin, komeleyên çandî û olî ava kirin û berpirsyariya mizgeftan hildan ser milê xwe. Ya ku li Sarcellesê hatina cemaetê organîze kiriye Nêrîna Milî ya Konfederasyona Îslamê (CÎMG) ye ku nêzî Erdogan e. Lîderên wan gelekî çalak in, bi cih bûne û temsîla Îslama siyasî dikin. Li bajêr teşwîq dike ku tevnên Erdogan bên danîn."

Yê dixwazin diqewitînin

Sarcellesê Pûpponî diyar kir ku dewleta Tirk li deverên Kurd, Keldanî û Ermen hene, Tirkan bi cih dike û got: “Dema ku min helwesteke tund li dijî rejîma Enqereyê nîşan dida, hin lîderên hin civatan xwestin min bibînin. Ji bo min hişyar bikin ku zû ya dereng bibim hevalê wan naxwe wê min biqewirînin. Ya ku kirin ev bû. Min ê ku bikeve şûna min hişyar kir ku bi van mirovan re bazarê neke. Lê wî bi wan re peymanek çêkir û ji bo têkbirina min kampanya meşandin. Bi ser ketin."

ANF/PARÎS