• Bûyerên doh û pêr ên li gelek bajarên Fransayê, piştî ku serekçeteyê dewleta Tirk Erdogan gef li Fransayê xwarin qewimîn. Hem komên faşîst ên Tirk êrişî polês û Ermeniyan kir û hem jî çeteyan bi kêran êrişî sivîlan kir.

Li Fransayê tişta doh û pêr qewimî û niha diqewime, ne tenê Fransayê elaqedar dike. Di nava meseleyê de serekçeteyê dewleta Tirk Tayyip Erdogan heye. Ew gefan li Ewrûpayê dixwe. Tişta hatî serê Fransayê divê yên mayî çavtirsandî bike; ji ber wê jî artêşa Ewrdogan ya ji çeteyan kete dewrê. Hem hovên faşîst ên Tirk ên li kolanên Lyon û Rhonê nêçîra insanan kirî, hem jî herdu çeteyên li Nice û Avignonê bi kêran ketin ser dilê mirovan bi fermana Erdogan rabûne. Li bajarê Nice êrişkarê ku bi qetla 3 mirovan li dêra Notre-Dame a bajêr 3 kes kuştin, xwest bi Ellah û Ekber navê Xwedê jî biedimîne. Êrişkarê li Avignonê, beriya karibe insanan serjêke, ji aliyê polês ve hat kuştin. Li Lyonê, faşîstên Tirk ku bi fermana Erdogan daketin meydanan, bi çakûçekî xwepêşandanekî Ermenî ji serê wî bi giranî birîndar kirin.

Çeteyên Erdogan bi kêran êriş kirin

Ya li ber çavê me şantaj, gefxwarin û hovîtiya ku weke amûra siyasetê tê bikaranîn heye. Erdogan ê ku li welatê wî -nexasim jî ji ber siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdan - pere jê kêm bûne, bi êrişkariya xwe rêyên siyasetê û pereyan li ber xwe vedike. Gefên ku wî li Fransa û serokkomarê wê Emmanuel Macron xwarin, ji bo xweşkirina meydanê ji bo van qebqebûyên wî û vê siyaseta wî bû. Piştî fermana wî çeteyekî wî li bajarê başûrê Fransayê Nicê, li Dêra Notre Damê sê rojan beriya cejna katolîkan, bi kêrê êrişî cemaetê kir. Wî kesek ser jê kir, yekî din bi kêrê li wir kuşt. Kesek jî birîndar filitî. Karîbû xwe bigihîne bareke li nêzîk. Li wir qewêtiyên xwe yên dawî li xelkê dora xwe kir: "Ji zarokên min re bibêjin, ez ji wan hez dikim." Ew jî li wir mir. Polês êrişkarê Erdoganî bi birîndarî girt.
Hê ev nûçe di ajansa de nû belav dibû, çeteyekî din ê Erdoganî li navenda katolîktiya Fransayê, li bajarê Avignonê bi kêrê êrişî polêsan kir. Lê polês karî vî çeteyî bê tesîr bike. Çeteyê bi du guleyan ji zikê xwe hat birîndarkirin, paşê mir.

Tirkan êrişî polêsên Fransî kir

Lê mesele ne ev herdu çete ne jî. Pêr êvarê û bi şev, bi sedan çeteyên faşîst ên Tirk li bajarê Fransayê Lyonê bi çakuçan êriş birin ser çalakiyeke Ermeniyan. Wan kesek bi giranî birîndar kir. Di êrişa faşîstên Tirk de bi giştî çar kes birîndar bûn. Weke ku li Tirkiyeyê bin, ji bilî Ellahû Ekberan, wan bi qêrîn digot, "Ev der Tirkiye ye". Bi şev jî bi sedan faşîstên Tirk bi ser taxa Ermeniyan a li bajêr de girt, li semta Viennê. Polêsê ku xwest wan aş û ji hev belav bike, bi ser neket, neçar ma ji deverê pêşî dûr bikeve. Faşîstên Tirk deh hebek teqemenî avêtin polêsan û polêsan jî bi guleyên plastîk bersiv da wan. Li bajarê Rhonê jî dîmenên bi heman rengî belav bûn.
Komîseriya polêsê bajêr li ser bûyerê daxuyaniyek da û got, "Îşev li Viennê Tirkan ji bo cezakirina Ermeniyan bi ser taxê de girt. Wan êriş bire ser komeke Polîsê Neteweyî. Hevalên me xwînsar bûn û karîn aqilane xwe li ber qederê 150 kesên xwîna wan keliyayî, bigirin."
Gelek rojnameyan ev serdegirtina taxa Ermeniyan şiband bûyerên beriya Fermana Filehan a sala 1915´an û fikarên xwe îfade kirin. Lê ne çapemenî û ne jî siyaseta Fransa heta ku yekser dewra Erdogan di birêxistinkirina çeteyan û komên faşîstan de nebînin, wê nikaribin bi xweşikî rewşê bibînin. Ew ê ji ber wê nikaribin tevdîrên rast jî bigirin. Mînaka Elmanyayê nîşan da ku her cara Elmanya li ber şantaja bi êrişan û şandina penaberan serê xwe ditewîne, dewleta Tirk wêrektir bi ser wê de diçe.

PARÎS