Jeopolîtîka li ser sînorê dewletên Yewnan û Tirk bi lez diguhere. Tirkiyeyê bi hikûmeta Birayên Misilman a Trablûsa Lîbyayê re beriya niha peymaneke hevkariya eskerî û ya mafên sînorên deryayê mohr kiribû. Dewleta Tirk bi vê yekê hiqûqa navneteweyî binpê dikir. Li hemberî vê pêr Misr û Yewnanistanê peymaneke ku sînorên wan ên deryayî diyar dikin, mohr kir. Di vê peymanê de Herêmên Taybet ên Aborî jî hatin diyarkirin.
Dewleta Tirk bi bayê bezê bersiv da peymana di navbera Misr û Yewnanistanê de: Di navbera Misr û Yewnanistanê de sînorekî deryayî nîne. Ya rastî di navbera Lîbya û Tirkiyeyê de ti sînorê deryayî nîne. Lê diyarkirina sînorê deryayî di navbera Misr û Yewnanistanê de eşkere nîşan dide ku peymana di navbera hikûmeta Trablûs û dewleta Tirk de hiqûqa navneteweyî binpê dike. Dibe ku sedema hêrsa dewleta Tirk a beredayî jî ev be.
Axir dewleta Tirk doh jî Atîna agahdar kir ku ew hevdîtinên Yewnan û Tirk ên ku diviya 24´ê Tebaxê ji bo destpêka diyalogê aliyê Tirk pêşniyaz kiribû, betal dike.
Dewleta Tirk Misrê gunehbar dike ku herêmên xwe yên deryayî sala 2003´ayn dane Qibrisê û niha jî dane Yewnanistanê û armanc desteserkirina mafên Lîbyayê ye.
Peyman di navbera Msr û Yewnanistanê de li Qahîrê pêr hat mohr kirin. Ji bo vê Wezîrê Karê Derve yê Yewnan Nikos Dendias çûbû Misrê û tevî hevpîşeyê xwe yê Misrî Sameh Şukrî peyman îmze kir.
NAVENDA NÛÇEYAN