Di demên dawîn de ji ber ku DYEʼyê biryara vekişandina beşekî zêde eskerên xwe ji Iraqê da, li dijî balyozxaneya Emerîkayê gelek êriş pêk hatin, ji ber vê Washingotin aciz bû û gefa girtina balyozxaneya xwe li Bexdayê xwar.
Li gorî rojnameya Washingotin Post a Emerîkayê DYEʼyê hikumeta Iraqê û hevkarên wê yên dîplomatîk agahdar kiriye heke Iraq êrişên li dijî hêzên Emerîkayê yên li wir nesekinîne, dê bi temamî ji balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vekişe û ji ber vê parvekirinê rayedarên Iraqê mat man.
Roja yekşemê nehat diyarkirin bê ka Koşka Spî vekişandina ji nişka ve erê kiriye yan na. Dîplomatekî ku rewşê dişopîne got, eger rêveberiya Trump gavekê biavêje, tê payîn ku girtina balyozxaneyê 90 rojan dirêj bike û ev jî derfetê dide Washingtonê ku careke din biryara xwe di ber çavan re derbas bike.
Berdevkê bi navê Serkowezîr Mistefa Kazimî, Ehmed Mele Telal destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku rêveberiya Emerîkayê vê yekê careke din binirxîne, hin kesên derveyî qanûnan dixebitin dixwazin vê têkiliyê xerab bikin û girtina balyozxaneyê dê nameyeke neyênî be.
NAVENDA NÛÇEYAN