Jerusalem Postê bal biriye ser siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya Sûrî û dibêje, DYE bi destê Tirkiyeyê rola xwe ya li Sûriyê sabote dike.
Pisporê Rojhilata Navîn û siyaseta ewlehiyê, Seth Frantzman di nivîsa xwe de bal wekî din biriye ser wê yekê ku vê hefteyê, DYE´yê dîplomatê xwe yê herî zêde alîgirî Tirkiyeyê yanî James Jeffrey şandiye Enqerê û rejîma Tirk jî bi merasîma merşa sor lîderên Hemasê li Stenbolê pêşwazî kirine.
Nivîskar dibêje, dewleta Tirk DYE´yê sûcdar dike ku li sûrî mil bi mil li cem "terorîstan" cihê xwe digire, lê dîplomatê wê rabûye, li Enqerê daxuyaniyan dide û dibêje, DYE qîmetê xwe ji bo Tirkiyeyê îsbat kiriye. Nivîskar bi bîr dixe ku ya normal ew e ku welatên piçûktir ên weke Tirkiyeyê qîmetê xwe ji bo hevgirên xwe yên mezin diviyabû îsbat bikin û wiha dewam dike: "Dewleta Tirk sîstemên S-400 ên Rûsan dikire, bi Îranê û dijberên DYE´yê re dixebite, lê belê hin rayedarên DYE´yê hewl didin ku Tirkiyeyê derêxin pêş, heta meseleyê dibin sabotekirina siyasetên DYE´yê yên din ên li Rojhilata Navîn."
Ew mînaka vê ya herî darî çav a di dîplomasiyê de jî wiha rave dike: "Heyeta Wezareta Karê Derve ya DYE´yê ku hevalbenda Tirkiyeyê ye, hevkarên DYE´yê yên li Sûrî dehfandina quncikekê, û misoger kirin ku nikaribin bi ti rolê rabin di pêvajoya aştiyê ya li Sûrî de."
Yanî "Wezareta Karê Derve ya DYE´yê kir ku hevkarên Fermandariya Navendî ya DYE´yê yên di Rêveberiya Xweser a li Rojhilatê Sûrî bi ti dewra siyasî nikaribin rabin." Li gorî nivîskar Wezareta Karên Derve li dijî Pentagonê li Sûrî dixebite û ji vê nakokiyê jî Tirkiye, Rûsya, Çîn û heta Îran sûdê werdigirin û dikin ku rola DYE´yê li Sûrî kêm bibe.
Bi ya rojnameyê, bi awayekî ecêb, DYE´yî eskerî destek daye QSD´ê lê dîplomatên DYE´yê hîç destek nedane QSD´ê; li şûna wê ew destekê didin komên dewleta Tirk pişta wan digire.
NAVENDA NÛÇEYAN