Em govenda azadiyê ya Rêber Apo geş bikin

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 15:57

  • Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Belçîkayê (NAV-BEL), Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û Awûstûrya Civaka Azad banga tevlêbûna li festîvala Frankfûrtê ya 21’ê Îlonê li Kurdistaniyên Ewropayê kirin û gotin,’’Em govenda azadiyê ya ji bo Rêber Apo geş bikin.’’

Hevserokê NAV-BEL'ê Torî Orak anî ziman ku wê ji bajarên Liege, Verviers, Bruksel, Charleeroi û Antwerpenê ji bo tevlîbûna li festîvalê wesayitan bişînin û got, "Werin em bi hev re dest bidin hev û xwedî li rûmeta xwe derkevin. Werin em govenda berxwedanê mezin bikin."

Em govend azadiayê geş bikin
Orak bi dewamî got êrîşên dagirkeriya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan bi bîr xist, diyar kir dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetê dixwazin azadî û statûya Kurdistanê asteng bikin, êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî yên ku van demên dawî zêdetir bûne anî ziman û got,’’Li dijî qedexeyên li ser çand û zimanê gelê Kurdistanê, ji bo xwedîderketina li hebûn û nasnameya xwe em govenda azadî û berxwedanê mezin bikin. Em govenda azadî ji Rêber Apo re mezin bikin. Em bang li civaka Kurdistanê ya li Belçîkayê dikin: Werin tevlî Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn bibe."
Hevseroka CDK-F'ê Xanê Akdogan diyar kir ku ji Bakurê Fransayê ku Parîs û bajarên li derdorê di nav de ne wê bi 30 otobusan tevlî Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a

Navneteweyî bibin.
Xanê Akdogan jî bang li Kurdistaniyên li bakurê Fransayê kir ku tevlî Festîvala Frankurftê bibin, tecrîda li ser Rêber Ocalan bi bîr xist û got,’’42 meh in em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Em tecrîda li ser Rêber Apo ya 26 salan bişikînin, ziman û çanda xwe biparêzin. Bi vê hestê û vî fikrî banga tevlîbûna ji bo festîvalê dikim."
Hevserokê Awûstûrya Civaka Azad Ahmet Zîrek jî agahî da ku heta niha ji Awûstûryayê 200 kesî ji wan re ragihandiye ku wê tevlî festîvalê bibin lê kar û xebatên wan didomin û heta roja ku bir ê bikevin hijmara wan wê zêdetir bibe.
Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd a Kurdistaniyên li Hollandayê (DEM-NED) Bêrîvan Laçîn jî ragihand ku wê ji bajarên Den Haag, Rotterdam, Rijnhal Arnhem û Amsterdamê otobusan bi rê bikin û ji ber Navendên Civaka Demokratîk a Kurd bi rê bikevin. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.