Rayedarên Elmanyayê pêr jinek ji ber ku tevlî nav refên çeteya DAIŞ´ê bûye û tiyê wê jî ji ber ku alîkariya wê kiriye, girtin. Ev jina hanê Fadia S. ye ku tevî 4 zarokên xwe çûbû Sûrî û tevlî nav refên çeteya DAIŞ´ê bûbû. Tiyê wê Rabih O. jî tê gunehbarkirin ku alîkariya wê kiribe. Rayedarên Elman dibêjin, herdu jî welatiyên Elmanya û Libnanê ne û yek ji wan li Essenê yek jî li Hildesheimê hatiye girtin. Fadia S. bi endametiya çeteya DAIŞ´ê û binpêkirina erkên xwe yên dêtiyê hatiye gunehbarkirin. Dozgeriya federal dibêje, Fadia S. sala 2015´an tevî zarokên xwe yên hingê 3 ta 8 salî çûye Sûriyê û bûye endama çeteya DAIŞ´ê û li Reqayê bi cih bûye. Piştî ku QSD´ê hêdî hêdî li Sûrî pişta DAIŞ´ê ji alî eskerî ve şikand, ew destpêka 2018´an diçe Tirkiyeyê û tevî pênc zarokan - yek ji wan li Sûrî ji dayik bûye- vedigere Elmanyayê. Dozger tiyê wê Rabih O. jî gunehbar dike ku alîkariya madî û lojîstîkî dabe birayê xwe û alîkarî kiribe bi Fadia S. re da ku biçe Sûriyê.
BERLÎN