Elmanya bihakirina enerjiyê qedexe dike

Nûçeyên Cîhan

Duşem 5 Kanûn 2022 - 01:43

  • Li gorî nûçeyên medya Elman, hikûmeta Elman dixwaze ku nehêle şirketên enerjiyê di sala 2023’yan de buhayê gaz û elektrîkê zêde bikin.

Hikûmeta Elman amadekariyan dike ku zêdekirina buhayê gaz û elektrîkê ji bo salekê qedexe bike.

Li gorî nûçeyên medya Elman, hikûmeta Elman dixwaze ku nehêle şirketên enerjiyê di sala 2023’yan de buhayê gaz û elektrîkê zêde bikin.

Hikûmeta Elman, ji bo ku bi krîza enerjiyê karibe, ferman da ku ji bo sala bê buhayê enerjiyê heta astekê bê zêdekirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Bildê, pêşnûmaqanûna li ser rawestandina buhayê enerjiyê yê sala bê, wê şirketên xizmeta cemaweriyê neçar bihêle ku nikaribe buhayê enerjiyê zêde bike.

Heger pêşnûma bê qebûlkirin, fîrmayên enerjiyê wê neçar bimînin ku zemên ji bo sala bê, betal bikin.

Hikûmeta Federal plan dike ku ji meha Çile û pê ve buhayê elektrîkê ji bo malekê yan jî fîrmayeke piçûk heta asta ji sedî 80'î serê kîlowatekê di asta 40 centî de bihêle.

Ji bo şirketên navîn û mezin jî, di asta ji sedî 70'î de serê kîlowatekê wê 13 cent be.

Buhayê gazê jî wê ji 1'ê Adarê û pê ve bê bisînordarkirin û ev buha jî wê ji bo dema derbasbûyî jî lê be.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.