- Navê polês di rûniştina yekê ya pêr de eşkere bû, Victor-Manuel Jacinto Goncalves ê 48 salî.
Polêsê Belçîkî Gulana 2018´an gule li minîbusekê reşandibûn û di encamê de Mawda ya 2 salî kuştibûn. Mawda penabereke Kurd bû û di minîbusê de ji bilî dê û bavê wê deh hebek penaberên din jî hebûn.
Navê polês di rûniştina yekê ya pêr de eşkere bû, Victor-Manuel Jacinto Goncalves ê 48 salî. Dozgeriyê ji ber kuştina mirovekî ya ne bi qesd, heta bi 5 salan cezayê hepsê jê re dixwaze.
Li hola dadgehê wî got, heger wî bizaniya zarokek di minîbusê de heye, wî dê sîleha xwe hîç nekişanda. Lê mesele ne ew e ku wî sîleh kişandiye yan na. Gelek rêxistinên mafê mirovan, neinsannîşandana penaberan û siyasetên neyarî penaberan ji vê bûyerê û gelekên din berpirsiyar digirin.
Li ber dadgeha li bajarê Belçîkayê Monsê, xelkê destek da penaberan. Ji bo xwedîderketina doza Mawda nexasim jî hunermendên navdar bang li raya giştî ya Belçîkî kirin. Yek ji wan jî ji damezrênerên Pink Floydê, Roger Water bû.
Herçiqas polêsê qatil îdîa kir ku mirina Mawdayê ew gelekî êşandiye, û beriya her tiştî ew weke insan gelekî li ber xwe ketiye jî, wî îdîa kir wî tehlûke hîs kiriye û wisa gule berdane minîbusê.
Dê û bavê Mawdayê, li ser rêya Ingilistanê bûn, lê piştî qetilkirina Mawdaya piçûk, li Belçîkayê bi cih bûn. Ew jî ji mudaxilên dozê ne. 3 parêzer û komên parastina penaberan û mafê mirovan jî piştgiriya wan dikin. parêzeran di rûniştinê îdîanameya dozger rexne kir û got, diviyabû gunehekî ji kuştina ne bi qesd girantir bixista stûyê polêsê Mawda qetilkirî. Dema ku nûçeya me dihat amadekirin, rûniştina dozê ya duyem û dawiyê hîna dewam dikir.
MONS