• Li Qendehara Efganistanê, êriş çû ser mizgefta Şîiyan, herî kêm 32 kes hatin kuştin.

Li Qendehara Efganistanê, êriş çû ser mizgefta Şîiyan, herî kêm 32 kes hatin kuştin. Teqîn piştî nimêja înê çêbû û li gorî agahiyên ku nexweşxaneyê dane, herî kêm 32 kes mirin, 53 kes birîndar bûn.

Mizgefa ku bûye hedefa êrişa bi bombe, li navenda bajêr e. Berdevkê Karê Navxweyî yê rejîma Talîbanê, Karî Seyîd Hostî di ser Twîtterê re daxuyanî da û got, ew ji ber teqînê ‘xemgîn’ in.

Beriya niha bi heftiyekê jî li bajarê Kunduzê ku li bakurê rojhilatê welêt e, li mizgefteke Şîiyan êrişeke xwekujî çêbûbû, bi dehan kes miribûn û birîndar bûbûn. Çeteyên DAIŞ’ê ev êriş li xwe girtibûn. 

QABUL