- Sergey Lavrov got, wê şerê cîhanê yê sêyemîn bibe nukleerî.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov diyar kir ku wê şerê cîhanê yê sêyemîn bibe nukleerî û got, nikarin destûrê bidin ku Ukrayna bibe xwedî çekên nukleerî.
Şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê da destpêkirin, di roja 8’an de ye. Şandeyên Rûsya û Ukraynayê hevdîtinên tûra duyem diviyabû saeta me nûçe amade dikir, doh bihata kirin. Beriya wê, artêşa Rûsyayê li hin bajaran leşkerên xwe bi cih kirin. Hat zanîn ku artêşa Rûsyayê li bajarê Harkovê yê li rojhilatê Ukraynayê leşkeran ji hewa ve daniye hin deveran.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, şerê cîhanê yê sêyemîn wê bibe nukleerî: “Şerê cîhanê yê sêyemîn wê bibe nukleerî û wêranker. Em nikarin destûrê bidin ku Ukrayna bibe xwedî çekên nukleer.”
Kremlinê têkildarî hevdîtinên doh, ev daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şandeya Rûs ji bo dewamkirina hevdîtinan amade ye.”
Gelo NATO'yê Pûtîn xapand ?
Serokdê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden ragihand ku qada hewayî ya welatê wî li balafirên Rûsyayê hatiye girtin. Biden ji bo Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putîn jî got, “Dema ku dîktator berdêla êrişên xwe nedin, dibe sedema aloziyan. Ev rewş berdêla ji bo Emerîka û cîhanê zêdetir dike. Şerê Putîn şerekî bê sedem e û ji berê ve plankirî bû. Wî hewldanên dîplomatîk red kirin. Ew difikirî ku wê welatên rojava û NATO, bersiva wî nedin, ew ê li welatê xwe berdêlê nede û me li vir li welatê me parçe bike. Putîn xwe xapand. Em amade bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN