• Li Maliyê, pêr li dijî du bendên leşkerî êriş hatiye kirin. 

Li welatê rojavayê Efrîkayê Maliyê, di êrişekê de herî kêm 6 leşker hatin kuştin. Li gorî daxuyaniya artêşê, li bajarên Boulkessy û Mondoro yên Maliyê, pêr li dijî du bendên leşkerî êriş hatiye kirin. Di êrişê de herî kêm 6 leşker mirin. Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, 18 leşker jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê yekîneyên artêşê jî li êrîşkaran dane û 30 ‘terorîst’ kuştine.

NAVENDA NÛÇEYAN