ŞIYAR ZAXO
QAHÎRE
Li Misrê gotara elaqedarî Bakurê Efrîka û Kurdistanê her diçe nêzî hev dibe. Nivîskar Mihemed el-Senan Elî weke nimûne di gotareke xwe ya nû ya bi navê Efrîn, Terhûn û paşê Heftenîn de dibêje, dewleta Tirk bi xewnên Osmanî destdirêjiya tevahiya herêmê dike û ji ber wê jî çarenûsa Lîbya, bakurê Efrîka û Kurdistanê bi hev ve dibîne.
Nivîskar pêşî bi bîr dixe ku ji destpêka "Bihara Ereb" ve Erdogan hewl dide hem xwestekên hêzên hegemon li Bakurê Efrîka û rojhilata Navîn bi cih bîne û hem jî projeya Osmaniya Nû bibe serî. Ew dibêje, Erdogan vê bi tepisandina gelan û dîktatoriyê dike û ji bo vê bike jî çeteyan bi kar tîne. Ew dibêje, Erdogan bi vê jî hewl dide Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn "vegerîne serdema beriya cahiliyetê". Ev dewr jî bi ya wî bi wê dibe ku çete Erdogan weke pûtekî dibînin, îbateta wî dikin û dixwazin vê li ser tevahiya gelên herêmê jî ferz bikin.
Nivîskar dibêje, ev ferzkirina vê cahiliyetê bi rêya çeteyan niha li Bakurê Efrîkayê, li Lîbyayê jî tê tetbîqkirin. Li gorî nivîskar ev destwerdanên hanê bi erêkirineke hêzên navneteweyî diqewime. Yanî, çawa hêzên navneteweyî yên weke Rûsya û DYE´yê dengê xwe li dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê nekirine, bi heman rengî li Lîbyayê jî di dagirkirina Terhunê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê dengê xwe nekirine.
Nivîskar dagirkeriya li dijî Başûrê Kurdistanê jî bibîr dixe, dibêje, ew herêm piştî Tofanê ji bo mirovahiyê bûye mekanê seqemgiriyeke nû û wiha dewam dike: "Xweferzkirina (dewleta Tirk û Erdogan) ya ku dixwaze li Heftenînê û niha li Cefra û Sirtê (Li rojavayê Lîbyayê) dibe ku bibe destpêka dawiya vî çete û bîjiyî. Dibe ku Erdogan fermanê bide çeteyên xwe da ku êrişî Cefra û Sirtê bikin, lê di heman demê de şoreşgerên Lîbyayê yên ku ji derdora Terhûnê venekişiyane. Ew dikarin ji pişt ve derbeke mirinê li Erdogan û çeteyên wî bixin. Ev jî dibe ku bibe destpêka koalîsyoneke Misrî û Kurdî yan jî Ereb û Kurd ji bo ji holêrakirina van çeteyan û rizgarkirina gelên herêmê."
Em dibînin ku êrişkariya Erdogan li dijî Bakurê Efrîkayê û nexasim Lîbyayê ji dagirkeriya wî ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê qut nayê nirxandin û gotarên behsa tifaqeke Ereb û Kurd li dijî mêhtingeriya dewleta Tirk jî bi gewde dibin.