Darbekeran bi sivîlan re peyman mohr kir

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 6 Kanûn 2022 - 03:03

  • Peymana ku di çarçoveya pêvajoya siyasî ya du qonaxan de ye, di navbera rêveberên leşkerî û sivîlan de hat îmzekirin.

Li Sûdanê di navbera rêveberiya leşkerî ya darbeker û sivîlan de ji bo bidawîkirina krîzê peymanek hat îmzekirin.

Sûdan piştî darbeya ku zêdeyî beriya salekê, di nava krîzeke kûr de ye. Peymana ku di çarçoveya pêvajoya siyasî ya du qonaxan de ye, di navbera rêveberên leşkerî û sivîlan de hat îmzekirin.

Di nava îmzekeran de generalê darbeker Abdul Fettah El Burhan û gelek komên sivîl, nexasim jî Hêzên Azadî û Guherînê (ODG) hene.

Darbeya general Burhan di 25’ê Cotmeha 2021’an de pêvajoya derbasbûna rêveberiya sivîl ji rê derxistibû. Pêvajoyê sala 2019’an piştî ku desthilata dîktator Omer el-Beşîr a 30 salan bi dawî bû, dest pê kiribû.

Piştî darbeya Burhan, hema her hefte xwepêşandan tên lidarxistin. Li welat krîzeke aborî ya kûr heye. Li aliyê din şideta di navbera komên etnîk de zêde bûye. Di nava sala bihurî de herî kêm 120 xwepêşanderên li dijî derbeyê hatin qetilkirin.

Metna peymana di navbera leşker û sivîlan de bi amadebûna Neteweyên Yekbûyî, dîplomatên rojavayî, nûnerên Erebîstana Siûdî û Îmaretên Ereb ên Yekbûyî hate kirin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Volker Perhes û nûnerê Yekîtiya Efrîkayê Muhammed Belaish jî beşdarî merasîma îmzekirinê bûn.

General Burhan beriya bi çend mehan soz dabû ku artêş ji desthilatdariyê vekişe da ku komên siyasî karibin hikûmeteke sivîl ava bikin.

Peymana çarçoveyê di qonaxa yekem de bingehê avakirina rêveberiyeke dema derbasbûnê ya sivîl datîne.

Li gorî ODG´ê, qonaxa duyemîn peymaneke dawîn pêk tîne ku mijarên wekî dadweriya dema derbasbûnê û reformên leşkerî di nav çend hefteyan de temam dike. Qonaxa duyemîn wekî dijwar tê dîtin ji ber ku artêş neçar e dev ji berjewendiyên xwe yên aborî û erkên berfireh berde.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.