Çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Efganistanê êriş birin ser girtîgehekê û herî kêm 20 kes kuştin.
Di saetên dawî yên agirbesta sê rojan de ku bi wesîleya cejna Qurbanê di navbera Talîbanê û hikumetê de hatibû ragihandin, çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser girtîgeha Celalabadê.
Pêr êvarî çeteyan piştî ku wesayitek li pêşiya girtîgehê teqand, êriş kirin. Li girtîgeha Celalabadê endamên DAIŞ’ê û Talîbanê hebûn.
Piştî teqînê di navbera hêzên dewletê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî. Li gorî rayedaran herî kêm 20 kes hatin kuştin. Di nava kuştiyan de sivîl û girtî jî hene.
Endamê Meclîsa Wîlayeta Celalabadê Sohrab Kaderî got, heye ku bîlanço girantir be û zêdeyî 50 girtî reviyane.

NAVENDA NÛÇEYAN