Li nêzî paytexta Iraqê Bexdayê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser nuqteyeke leşkerî. Di encamê de 11 kes hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên polîsan û nexweşxaneyê, çeteyên DAÎŞ'ê li rojavayê paytext Bexdayê êrişî nuqteyeke leşkerî kirin. Hate ragihandin ku di navbera çeteyan û hêzên Iraqê de şer derketiye û 11 kes hatin kuştin. Êriş şeva Yekşemê pêk hat.
Çavkaniyên polîs ragihandin ku di nava kuştiyan de, 5 endamên Haşdî Şabî hene ku pêkhateyeke artêşa Iraqê ye. Hate ragihandin ku 6 kesên din ên kuştî şêniyên herêmê ne ku hewl dane piştgiriyê bidin Haşdî Şabî. Çavkaniyên ji nexweşxaneyê diyar kirin ku 8 kes jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN