- Çînê konsolxaneya xwe ya mezin a li başûrê rojavayê welêt ya Emerîkayê girt.
Wezareta Karê Derve ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan konsolxaneya xwe ya li Emerîkayê girtine. Di daxuyaniyekê de ev biryar wek bersiveke pêwîst û rewa li dijî tedbîrên nementiqî yê DYA’yê hatiye destnîşankirin.
Li gorî AFP’ê, Wezareta Karê Derve ya Çînê ti dem ji bo girtinê diyar nekir. Lê belê rêveberiya serokê Emerîkayê Donald Trump dema girtina Kunsulxaneyê ya li bajarê Houston heta 72 saetan da, ku dîplomatên Çînê derkevin.
Li gel balyozxaneya DYA’yê ya li Beijingê, 5 kunsulxaneyên wê yên din li bajarên Canton, Shanghai, Shenyang, Chengdu, Wuha û Hong Kongê hene.
Kunsulxaneya Chengdu di 1985’an de li başûrê rojavayê Çînê bi taybet li herêma Tibet ya serbixwe hat vekirin, tê de nêzî 200 karmend dixebitin, jê 150 karmend herêmî ne.
NAVENDA NÛÇEYAN