- Çîn û Nepalê li hev kir, Everest 8848 metroyan bililnd e.
Çiyayê herî bilind ê dinyayê piştî kolonyalîzma Ingilîzan navê Everest lê kir bi vî navî hat nasîn. Navê wî yê esas bi Nepalî "Sagar Matha" ye. Niha derket holê ku ev çiya ji bilindahiya heta îro dihat gotin, bilindtir e.
Zanyarên Çînî û Nepalî di dawiyê de li ser li hev kir ku bilindahiya çiyê 8848 metro û 86 santîmetro ye. Sagar Matha di nava Himalayayan de ye û li ser sînorê Nepal û Çînê ye. Lê Çînê berê bilindahiya çiyê timî çend metroyan kêmtir ji aliyê Nepalê dida nîşan.
Heta niha aliyan li hev nedikir ji ber ku Çînê Derya Zer a di navbera Çînê û Koreya Başûr de nuqteya sifir dihesiband, û Nepalê Kendava Bengalê ya di navbera Hindistan û Myanmarê de. Axir va ye, li hev kirin li ser 8848 metro û 86 santîmetroyan.
NAVENDA NÛÇEYAN