•  Li gorî ajansa Mehrê Alîkarê Fermandarê Zêrevanên Şoreşê Alî Fadavî gotiye Fahrîzade li ser rê dema bi ekîbekê eskerî diçû, ku ekîb ji 11 Zêrevanên Şoreşê pêk dihat, rûyê wî bi mîtralyozê ''zûm' kirine û 13 cara lê reşandine.

Fizîknasê Îranî Muhsen Fahrîzade 27'ê Mijdarê hatibû kuştin. Li gorî ajansa Mehrê Alîkarê Fermandarê Zêrevanên Şoreşê Alî Fadavî gotiye Fahrîzade li ser rê dema bi ekîbekê eskerî diçû, ku ekîb ji 11 Zêrevanên Şoreşê pêk dihat, rûyê wî bi mîtralyozê ''zûm' kirine û 13 cara lê reşandine.

Fadavî got çeka mekîneyî ku li ser pîckupekê hatiye danîn, ''tenê dêhnê xwe daye ser rûyê Fahrîzade'', ti gule li hevjîna wî neketiye, li gel ku 25 santîman nêzîkî fizîknas jî bûye.
Fedavî got ev amûr bi rêya peykê, ''di ser înternetê re hatiye kontrolkirin'' û ji bo ku hedefa xwe bibîne, ''kamerayeke taybet û zekaya çêkirî'' hatiye bikaranîn.

Rayedarê leşkerî got zêrevanekî şoreşê ji bo ku fizîkzan biparêzer xwe avêtiye ser, çar fîşek li wî jî ketine û got, ''li cihê bûyerê ti terorîst nebûne.''

Rayedarên Îranî ji suîkastê Israîl û Micahidên Xelq berpirs dît.

NAVENDA NÛÇEYAN