- Li paytexta Lubnanê Bêrûdê, ji ber teqînên roja Sêşemê yên li benderê ji 100 zêdetir kes mirin, ji 4 hezarî zêdetir kes birîndar bûn û li derdora 300 hezar kesî bêmal man. Gelek Kurdên bajêr jî birîndar bûne.
Li bendera paytexta Lubnanê Bêrûdê, pêr piştî nîvro li pey hev du teqîn çêbûn. Li gorî bîlançoya dawî ya teqînên li Beyrûdê herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da, zêdeyî 4 hezar kes birîndar bûn. Lê hê jî tirs û fikar hene ev hejmar biguherin. Hem ji ber zêdebûna birîndaran û hem jî ji ber bi hezaran kesên aqûbeta wan nediyar.
Serokwezîr Hasan Dîab diyar kir ku teqîn ji ber 2 hezar û 750 ton amonyûm nîtrata bêtedbîr li benderê hatiye depokirin, pêk hatiye. Li welêt şîna neteweyî hate ragihandin.
Di vê navberê de Waliyê Bêrûdê ragihand ku piştî teqînê 300 hezar kes bêmal mane. Her wiha derdora 3 milyar dolarî xisar li bajêr bûye.
Walî Merwan Abbûd ji AFP'ê re axivî û got, "Nêzî nîvê Bêrûdê xera bû yan jî xisar lê bû."
Li ser rewşa Kurdên li Bêrûdê, em bi aktîvîsta jin a li Bêrûdê Buşra Elî re peyivîn û wê jî got, haya wan ji gelek birîndarên Kurd heye, pirraniya wan birînên wan sivik in û hinek li wan jî li nexweşxaneyan tên dermankirin. Buşra Elî wekî din got, li navçeyên Bêrûdê yên Kurd li wan dimînin yên weke Birc Hemûd, Dewra û Birc Ebû-Heyberê hîna ew lêkolînên xwe bi rêya Meclîsên Kurdan dikin da ku haya wan ji rewşa Kurdên Bêrûdê hebe. Bûşra Elî diyar kir ku daxên bi benderê ve bi temamî texrîb bûne, lê navçe û taxên dûr jî zerar li wan bûye. Wê got, ew dizane ku derî û pencereyên gelek malên Kurdan yên dûrî cihê teqînê jî şikiyane.
Teqîn li Qibrisê jî hat hiskirin
Midûrê Giştî yê Polîsan ê Lubnanê, Abbas Îbrahîm di daxuyaniya xwe ya destpêkê de diyar kir ku ew texmîn dikin, "teqemeniyên ku bi salan e, hatine desteserkirin" bûne sedema teqînê, lê belê divê mirov li benda encama lêpirsînê bin.
Îsraîl ku bi dehan sal in li dijî Lubnanê operasyonên leşkerî dike, ragihand ku pêwendiya wê bi bûyerê re nîne û heta alîkarî pêşniyazî hikûmeta Lubnanê kir.
Piştî teqîna destpêkê teqîneke gelekî dijwar pêk hat. Teqîna duyemîn bû sedem ku ewrekî mezin mîna kuvarkê çêbe. Li qadeke berfireh, ji ber teqînê û pêla wê şokê avahî hejiyan, camên wan şikestin. Teqîn welê dijwar bû ku Qibris a bi 200 kîlometreyî dûrî herêmê bi teqînê hesiya.
Mirovên di dema teqînê de li derve bûn ji ber teqînê ji bo demekê kerr bûn. Leşkeran û mirovên dilxwaz ew ji herêmê derxistin.
Gelek kes wenda ne
Rayedarekî leşkerî ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku herêmeke leşkerî bi cesedan tijî bûye. Qala bi hezaran wendahiyan jî tê kirin. Helîkopteran jî ji bo vemirandina şewata ji ber teqînê rû dayî, bi seatan kar kir.
Bi beşdariya Serokdewlet Michel Aoun (Mişel Eyûn), Komîteya Bilind a Parastinê û Serokwezîr Hasan Dîab civîneke lezgîn pêk hat. Li tevahiya welêt ji doh ve şîna neteweyî hate ragihandin.
Serokwezîr Dîab got, "Berpirsyar wê hesab bidin."
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî Alma jî ragihand ku ji ber teqînê xisareke mezin li Qesra Serokwezaretiyê bûye ku bi 15 kîlometreyan dûrî cihê teqînê ye.
Li aliyê din hate ragihandin ku agir bi keştiyeke li benderê ketiye, lê belê nehate zanîn ka rêwî di keştiyê de hebûn an na. BÊRÛD