Beriya ku Kupa cîhanî a jinan FIFA destpê bike li navenda bajarê Auckland ya Zelendaya Nû, êrîşek çekdarî pêkhat, di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku êrîşa çekdarî li şantiyeyeke navenda bajar pêkhatiye, di bûyerê de polîs jî di nav de 6 kes birindar bûn, li gel êrîşkar 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Serokwezîr Chris Hipkins derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev êrîş ne êrîşeke terorîstî ye û da zanîn ku wê turnuva weke hatî plankirin destpê bike. Serokwezîr di heman demê de diyarkir ku li pişt vê êrîşê tu motîvasyoneke îdeolojîk nîne û garantiya ku tu metirsiyek nîne da.
Serokê Şaredariyê Wayne Brown jî destnîşan kir ku hemû personelên FIFA û timên Futbolê di ewlehiyê dene.
NAVENDA NÛÇEYAN