- Eddi: Berpirsiyariya me heye, û divê em wê bi cih bînin, çawa dibe bila bibe. Bi xêra înternasyonalîstên weke Hêlîn yan jî Têkoşer, wan kitêba Heval Sara û fîlozofiya serokatiyê xwend, tê de gelek xurtî û tişt peyda kirin
REWŞAN DENÎZ
Şervana înternasyonalîst a ji Îtalyayê Maria Edgarda "Eddi" Marcucci a 29 salî saleke li Rojava şerê li dijî DAIŞ´ê û dagirkeriya dewleta Tirk kir. Dadgeha Torînoyê cezayekî ecêb lê birrîbû: 2 salan peyivîna çalakiyên li amê vekirî, derketina derveyî malê piştî saet 9´ê êvarê lê hatin qedexekirin, û heger bixwaze ji bajêr derkeve divê rayedaran agahdar bike. Bi ser halan de ev ceza bêyî ku sûcek li meydanê hebe lê hat birrîn. Li ser vî cezayê bê sûc û encamên wê nexasim ji bo mafên medenî û înternasyonalîstên Îtalî re wê çi bin û berxwedana li dijî vê biryarê çawa ye, me ji Maria Edgarda Marcucci pirsî.
Li ser pirsa ka gelo ev cezayê bê sûc lê hatiye birrîn wê bibe nimûneyek ji bo çavtirsandina çalakger û înternasyonalîstan, wê got, "Belê, bi qasî ku ez ji edaleta dewletê û ji vê dozê fêm dikim, ev ê bibe nimûne. Ev tevdîr ji yên din cihê ye. Sûcekî kirî nîne. Ev cezayekî siyasî ye ku nimûneyeke tehlûke li dijî înternasyonalîzma li Îtalyayê û Ewrûpayê pêk tîne. Ev awayê cezakirinê li Îtalyayê nû ye. Welatên din ên Ewrûpayê berê bi tohmetên herî xeyalî û înstrumental hewl dan înternasyonalîstan gunehbar bikin. Herçî Îtalya ye, divê em gunehbariya bi terorîzmê ya hevalê me yê li Sardunyayê ji bîr nekin. Yek ji wan kete ber van tohmetan, bêyî ku çûbe Rojava jî. Wî tenê piştgiriya Tevgera Kurd dikir û di tevgerên cihêî de bi salan çalak bû."
Li ser pirsa reaksiyona civakê û ya parêzerên wê beramberî cezayê lê hatiye birrîn, wê got, "Serê pêşî gava em berê xwe bidine şerê li dijî DAIŞ´ê, dewleta Îtalî îdîa kir ku ew beşek ji koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê ye. Lê em kirinên wê analîz dikin, hem li dijî DAIŞ´ê û hem jî di warê peywendiyên bi Rêveberiya Xweser re û miameleya wê ya di warê qebûla rêveberiyê de bi temamî bi hevalbendiya wê ya aborî û siyasî ya bi Tirkiyê re diyar dike."
Bawerî bi hikûmeta nayê
Ew bi bîr dixe ku Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Di Maio di dema êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Rojava de îdîa kiribû ku divê sîlehan nefiroşin dewleta Tirk, lê ji ber ku wê di çalakiyeke li dijî firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê de cih girtiye ev ceza lê hatiye birrîn. ew dibêje, "Ev tevdîrên şopandina taybet weke ceza li min birrîn ji ber çalakiyeke aştiyane ya li dijî paneleke firotina sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve. Ev çalakî jî tenê 3 hefteyan piştî daxuyaniya wezîr bû. Xelk dibîne ev gotin çi qasî dûrî rastiyê ne. Bi her halî tişta zelal ew e ku bawerî bi hikûmetan nayê. Aliyekî din ê meseleyê, edaleta dewletê ye: De îcar ka pîvanêîn demokratîk, heger mirov dikare bêyî sûc kiribe jî bê cezakirin?"
Em xiyanetê nakin
Ka gelo vê biryarê çawa tesîr lê kiriye? Ew dibêje, "Em hemû yên ku çûn Rojava, lê belê gelek kesên din jî, em dixwazin hevalên xwe [yên şehîd] bi bîr bînin, û bidin ser şopa wan. Devberdana ji têkoşînê nabe. Ev ê bibe xiyaneta bi xeyala hevpar re ya ku wan her tişta xwe ji boyî dida. Berpirsiyariya me heye, û divê em wê bi cih bînin, çawa dibe bila bibe. Bi xêra înternasyonalîstên weke Hêlîn yan jî Têkoşer, wan kitêba Heval Sara û fîlozofiya serokatiyê xwend, tê de gelek xurtî û tişt peyda kirin."
Ez dixwazim dinyayê biguherim
Li ser tecrûbeya xwe ya di nava YPJ´ê de jî ew dibêje, "Îdeolojiya azadiya jinê amûreke esasî ye ji bo ku ez dinya îro analîz bikim. Bi ya min, ew nebûya, wê rewşa me xirabtir jî bûya! Divê em serwextiya xwe û pratîka xwe kamiltir bikin, wan bi bêhtir jinan re parve bikin. Wê ji niha ve gelek tesîr li jinên weke min kir ku em dixwazin dinyayê biguherin."