Bankeya terorê ya Tirk: Halkbank

Nûçeyên Cîhan

Duşem 18 Îlon 2023 - 11:04

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber ku “piştgirî dane terorê û bûne sedema mirin û birîndarbûna leşkerên Emerîkî”, doz li Halkbank û karsazê Îranî Riza Sarraf hate vekirin.

Li gorî nûçeya Gazeta Duvarê; li ser navê malbatên leşkerên Emerîkî yên li Sûriyê û Efxanistanê di êrişan de mirin û birîndar bûne, doza tezmînatê li Halkbank û Sarraf hate vekirin.

Doz, li Dadgeha Federal a Herêma Başûrê New Yorkê hate vekirin û di dozê de hatiye destnîşankirin ku Halkbank û Riza Sarraf piştgiriya êrişan kirine. Dozdaran xwest ku ji ber beşdarbûna komploya ku êriş di nav de hene, Halkbank û Sarraf berpirsyar bên dîtin. Di dozê de bi awayekî zelal hatiye gotin, Halkbank û Riza Sarraf di navbera salên 2012 û 2020’an de, mueyyîdeyên Emerîkayê yên bi armanca têkoşîna li dijî terorê binpê kirine û bi awayekî sîstematîk ji êrişên terorê yên Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê ya ser bi Pasdarên rejîma Îranê ye re bûne alîkar.

Di daxwaznameyê de hatiye destnîşankirin ku Halkbank û Riza Sarraf ji bo ku dahatên petrolê yên Îranê ji mueyîdeyan xilas bikin, bi zanebûn ev alîkarî kirine. 
 

 

151 mexdûr dozdar in

Li gorî nûçeyê, dozdar ji 151 mexdûrên 27 êrişên di navbera 2012 û 2020’an de li Efxanistanê û êrişeke ku di navbera 2012 û 2013’an de li Sûriyeyê hatiye kirin, pêk tên. Dadgerê dozê xwestiye ku kopiyeke gilî heta 1’ê Cotmehê ji nûnerên Halkbankê re bê şandin û Halkbank jî heta 29’ê Çileyê 2024’an bersivê bide dadgehê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.