- Li gorî Desteya Rêveberiya Bobelatan herî kêm 101 kes mirine.
Li Fîlîpînê ji ber encamên bahoza Nalgaeyê, herî kêm 100 kes mirin. Bahozê xisara herî zêde li girava Mîndanao ya li başûrê Filîpînê kir. Li vê derê lehî rabû û erd jî heziya.
Li gorî Desteya Rêveberiya Bobelatan herî kêm 101 kes mirine.
Bahozê piştre li girava Lûzonê da û her tişt da ber xwe. Li Manîla ya ku paytext e û li bajarên nêz jî lehî rabû.
Salê qederê 20 bahozan li Fîlîpînê dixin û xisareke mezin li welêt dikin. Van salên dawiyê, ji ber ku daristan hatine qirkirin li welat lehî jî radibin û erd jî diheze.
MANÎLA