- Neteweyên Yekbûyî ragihand ku sala herî germ a parzemîna Asyayê sala 2020’an bû.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku sala herî germ a parzemîna Asyayê sala 2020’an bû.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, di rapora xwe ya salane de ya li ser rewşa avhewayê ya li Asyayê diyar kir ku guhertina avhewayê bandor li tevahiya herêmê kiriye.
Di rapora WMO'yê de hate gotin, "Germahiya zêde ya li Asyayê û guhertina avhewayê bû sedem ku di sala 2020'î de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin, bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bibin û bi sedan milyar dolarî xisar bibe."
WMO'yê wekî din got xisara madî jî li Çînê 238 milyar dolar, li Hindistanê 87 milyar dolar, li Japonyayê 83 milyar dolar û ya li Koreya Başûr jî 24 milyar dolar bûye.
Li gorî raporê sala 2020’an lehî û bahozan bandor li nêzî 50 milyon kesî kir û kir ku zêdeyî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest bidin.
Li gorî raporê sala 2020'î ji pileya 1.39 a germahiyê derbas bû û di navber salên 1981 û 2010'an de bû sala herî germ a li Asyayê.
Sala 2020'î li Okyanûsên Hînt, Pasîfîk û Arktîkê germahiya avê gihîşt asta rekorê.
NAVENDA NÛÇEYAN