- Cemal Eldîn Beyyûnî got, Misr nikare li rewşa li Lîbyayê temaşe bike. Ji ber ku Dewleta Tirk gelekî bê exlaq e, û armanca wê dagirkerî ye.
SEYÎT EVRAN
ANF/SILÊMANÎ
Alîkarê berê yê Wezîrê Karê Derve yê Misrê û Sefîrê Bilind Cemal Eldîn Beyyûnî wezîfeya alîkariya Serokê Yekîtiya Ereb Ahmed Ebûlxeyt meşand. Beyyûnî rewşa dawî ya li Misr û Lîbyayê, her wiha helwesta dewleta Tirk û ya cîhanê şirove kir.
Beyyûnî diyar kir ku Misr wê li pêşberî bûyerên diqewimin bêdeng nemîne û got, ”Mafê me yê herî xwezayî ye ku 2 milyon welatiyên xwe yên li Lîbyayê biparêzin.”
Birayên Misilman karta Tirkiyê ye
Tirkiye ji bo bikeve herêmê yekan e karta di destê wê de Birayên Misilman e. Di heman demê de kartên Tirkiyê her roj eşkere dibin û dişewitin. Her wiha rûyê wê yê qirêj û kirêt ê li hemberî welatan eşkere dibe. Di heman demê de li Urdûnê jî der barê wê mijarê de biryarek hate girtin, lê divê karekî hevbeş û mezin û ne ferdî were kirin.
Mijara Birayên Misilman jî gelekî metirsîdar e. Li Misrê em li dijî wan sekinîn û me pişta wan şkand. Em ê çavdêriya wan bikin û hemû planên wan jî kifş bikin. Niha em vê pêk tînin. Vê gavê Birayên Misilman li Tunisê jî bi ruxandinê re rûbirû ne. Em wan hemûyan dibînin. Li Urdûnê Birayên Misilman wek rêxistineke ne yasayî qebûl kirin. Mirov dikare bibêje ku li gorî plana Tirkiye daniyî, berbiçave ku Tirkiye hewl dide Lîbyayê dagir bike.
Çima Awusturya
û Macaristanê dagir nake?
Ji me re niha eşkere bûye ku dewleta Tirk dixwaze sedsalî li wê derê bimîne. Wezîrê Parastinê yê Erdogan bi xwe ev yek gotiye û dibêje; ‘ew xaka me bû ku we dagirkiriye.’ Baş e, ger dixwaze dagir bike çima naçe Awusturya û Mecaristanê. Ev hemû dide diyarkirin ku xwestekên wê berbiçavin, dixwaze desteser bike û çavbirsîtiya wê dide diyarkirin.
Îskenderûn erda Sûrî ye
Ev dijminahiyeke berbiçav e, û Erdogan jî dixwaze împaratoriya xwe ya derbasbûyî vegerîne û dixwaze Bakurê Iraqê dagir bike û Suriyê dagir dike. Ez dixwazim dewleta Tirk hişyar bikim ku van guhertinên dawî ji xwe re weke fersendekê dibîne û dixwaze Suriyê dagir bike. Lîwaya Îskenderon a ku wê demê paytexta wê Mêrsîn bû, di dema ku ez li wezareta karê derve bûm, wexta ku yekîtiya me bi Suriyê re hebû me navê vê herêmê kiribû El Slîb. Ew axa Suriyê ye, Tirkiye piştî şerê cîhanê yê duyemîn vê derê dagir dike.
Gelek dewlet alîkariya me dikin
Erê me hemû rêyên aşitiyane û sivîl bi kar danîn û em niha jî li hemû deriyên ewlekariya giştî digerin, lê ev hewildanên dawiyê ku me behs kirin, Fransa jî alîkariya me dike û bi taybet Serokê Fransayê Emanûel Macron gef xwar û got; ‘ev karê ku Tirkiye dike li dijî NATO’yê ye’ û Elmanya, Îtalya, Yewnan û Qibris ew hemû jî heman gazincan ji Tirkiyê dikin û tê gotin ku rayedarên Ewrûpî jî lêkolîn dikin ku bi çi şêweyî cezayên mîna cezayên aborî û hwd. bidin Tirkiyê. Ev hemû hewildan jî ne xirabin.