- Şirket niha îdîa dike ku îflas kiribe.
Şirketa Kanadayî Telemus Systems, ji bo dewleta Tirk bû yek ji şirketên herî bikêrhatî ji bo bipêşxistina teknolojiya droneyên bi sîleh. Dewleta Tirk li ber sîstemên wê yên bêtêl û optîk, sîstemên xwe bipêşxistin. Piştî ku di dema şerê Azerbaycanê li dijî Nagorno Karabaxê de îsbat bû ku di van droneyan de ev sîstemên Telemus Systems hatine bikaranîn, Kanadayê fermî firotina van sîsteman ji bo Tirkiyeyê da betalkirin.
Şirket niha îdîa dike ku îflas kiribe. Gelo sedema îflasê ev ambargoya Kanadayê li gorî hiqûqa navneteweyî li ser Tirkiyeyê ji ber dagirkeriya wê ya li Sûrî û hevkariya wê ya di êrişkariya Azerbaycanê de ye, esas nayê zanîn. Lê çapemeniya Tirk nexasim vê wisa nîşan dide. Wisa jî be, em dikarin bibêjin aqûbet serê şirketên din ên ku di şerên êrişkar û dagirkeriyê de pişta hikûmeta Tirk digirin.
Şirketê îdîa kir ku ji ber mueyideyên hikûmeta Ottowa li ser Tirkiyeyê ferz dike wan nekariya ti dahata din misoger bikin.
Bi her halî ambargoyeke li gorî hiqûqa navneteweyî jixwe lazim e bike ku şirketên qanûna navneteweyî binpê dikin îflas bikin û heta nemînin. Ev yek rewa û qanûnî ye. Ji ber wê bi dilekî rehet mirov dikare ji pencereya mafê mirovan, hiqûqa insanî û hiqûqa navneteweyî bibêje, aqûbet serê şirketa tankan a Elman a Rheinmetallê jî da ku nikaribe tankan bifiroşe Tirkiyeyê.
OTTOWA