Civaka ji bo Miletên tehlûke li ser Wan (Gesellschaft für bedrohte Völker - GfbV) bi rasthatina Roja Cihanî ya Wendakiriyan yanî 30´ê tebaxê daxiuyaniyek da. Di daxuyaniyê de GfbV dibêje, li Sûriyê, ji dema destpêka dagirkeriya dewleta Tirk a Çileyê 2018´an ve, 7 hezar Kurd hatine bêserûşûnkirin. Daxuyanî rewşa ji ber dagirkeriya dewleta Tirk derketî holê, wiha disipêre gotinên Dr. Kemal Sîdo: "Ji destpêka êrişa dagirkeriyê ya li dijî herêma Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyê yên pirraniya xelkê wan Kurd û vir ve, yanî ji Çileyê 2018´an ve 7.000 kesên ji xelkê Kurd weke wendakirî tên qebûlkirin." Di daxuyaniyê de wekî din îşaret bi şerê qirêj ê dewleta Tirk li dijî Bakurê Kurdistanê jî tê kirin û tê gotin di salên 90´î de dewleta Tirk bi hezaran kes revandin û wenda kirin.
GOTTINGEN