- Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor (RSF) eşkere kir ku sala 2020’an 50 rojnamevan hatine kuştin.
Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor (RSF) eşkere kir ku sala 2020’an 50 rojnamevan hatine kuştin. Li gorî RSF´ê pirraniya wan li welatên şer li wan heyî hatine kuştin.
Rêxistinê rapora xwe ya binpêkirina mafê rojnamevanan a îsal eşkere kir. Li gorî raporê îsal 50 rojnamevan hatine kuştin ku ji sedî 84’ê wan bi qest hatine kuştin.
Li gorî raporê 8 rojnameger li Efganistanê, li her yek Sûriye, Iraq û Hindistanê 5 rojnameger hatine kuştin. Li Pakistanê 4, li Filîpînîn 3 û yên din l Erebistana Siûdî, Misr, Yemen, Soman, Rusya, Kolombiya, Nîcerya, Venezuela û Nîjerya hatine kuştin.
PARÎS