33 Milyar dolar ji bo Ukrayna şer bike

Nûçeyên Cîhan

Şemî 30 Nîsan 2022 - 05:57

  • DYE dixwaze bi buhayê 33 milyar dolaran alîkariyê bide Ukraynayê.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dixwazin bi buhayê 33 milyar dolaran alîkariyê bidin Ukraynayê. Serokê DYE´yê Joe Biden ji bo ku kongre erê bike, qanûna ji bo vê alîkariyê da kongreya Emerîkî. Kongreya Emerîkayê jî qanûna sala 1941’ê (Lend-Lease Act) ji nû ve kire meriyetê da ku alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê rehettir bike. Serokê DTYE´yê jî piştî ku qanûnê mohr bike, qanûn wê lê be.

Ji bo qanûna alîkariya bi buhayê 33 milyar dolaran jî, Biden got, "Ev qanûn ji bo şerê Ukraynayê yê ji bo azadiyê lazim e. Hevalbendên me yên NATO´yê û endamên Yekîtiya Ewrûpayê para xwe ya alîkariyê didin. Lê weke serkêşê hevgirtinê, divê em jî para xwe bidin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.