• Di nava 5 salên şer de li Yemenê 233 hezar kes hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku di nava 5 salên şer de li Yemenê 233 hezar kes hatine kuştin û xwest demildest şer were rawestandin.

NY'yê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Yemenî di rewşa herî giran de ne û eşkere kir ku pêwîstiya ji sedê 80´yê Yemeniyan bi alîkariya insanî heye. NY´yê eşkere kir ku di nava 5 salên şer de li Yemenê 233 hezar kes hatine kuştin û xwest demildest şer were rawestandin. NY´yî berê jî ragihandîbû ku nêzî milyonek Yemenî pêwîstiya wan bi dermankirina bijîşkî û xwarinê heye û ji wan 260 hezar dibe ku bimirin.

NY'yê her wiha eşkere kirîbû ku ewlehiya zad û qût a 20 milyon Yemeniyî nîne.
Şerê navxweyî yê Yemenê yê di navbera Husiyan û hikûmetê de ev 5 sal in dewam dike. îran pişta Husiyan digire. Koalîsyona Ereb jî alîkariya hikûmeta Yemenê dike. Niha, her aliyekî, nîvê welat di destê wan de ye.

NEW YORK