- Frank McKenzie ragihand ku ew ê 2 hezar û 500 leşkeran li Iraqê bihêlin.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkayê, Frank McKenzie ragihand ku ew ê 2 hezar û 500 leşkeran li Iraqê bihêlin.
Frank McKenzie ji ajansa “Associated Press” re behsa hebûna Emerîka ya li Iraqê kir. Frank got, “Tevî ku mîsyona şer a hêzên Emerîkayê li Iraqê bi dawî bûye jî, belê dê desteka hewayî û alîkariyên leşkerî yên din ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê dewam bikin. Şidetê mîlîsên Îranê li dijî hêzên Emerîkayê û hêzên Iraqê dibe ku vê mehê jî bidome.”
McKenzie diyar kir ku ev milîs dixwazin hemû hêzên Emerîkayê ji Iraqê vekişin û wiha domand, “Lê em venakişin. Em ji baregehên ku pêdiviya me pê tine bû, vekişîn. Lê belê Iraqî hîna dixwazin em li vir bin. Eger ew vê yekê dixwazin, em dikarin li hev bikin û em ê li wir bin.”
Frank McKenzie her wiha destnîşan kir ku dê gefa çeteyên DAIŞ`ê li ser Iraqê dewam bike û dibe ku di bin navên cuda de xwe dîsa bi rêxistin bike.
McKenzie ragihand ku hebûna hêzên Emerîkayê li seranserî Rojhilata Navîn ji par ve gelekî kêm bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN