Rewşa aborî ya Îranê jî weke ya Tirkiyeyê, kaş berjêr diçe, roj bi roj xirabtir dibe. Rêjeya bêkarî û hejariyê jî her roj zêdetir dibe. Daneyeke din jî îşaret bi reva sermayeyê ya ji weêt dike: di nava 9 salan de qederê 100 milyar dolarî ji Îranê derketine, çûne. Ev rêje bertîlxurî û gendeliya li welêt jî hesab nake.
Serokê odeya bazirganî û pîşesaziya Tehranê, Mesûd Xiwansarî li ser hesabê xwe yê twîterê got, “Di nava 9 salan de 98.4 milyar dolar ji Îranê derketine. Yanî salane 11 milyar dolar ji aboriya Îranê kêm bûne. Di sala 2017’an de çûyîna derve ya sermayeya Îranê xirabtir bûye. Yanî wê salê jî 19 milyar dolar ji aboriyê kêm bûne.”
Berê jî, pisporê aboriyê Ebas Elewî di raporeke xwe de gotibû; "Di sala 2017’an de heya peyîza 2019’an, 48 milyar dolar sermaye ji Îranê derketiye." Yanî di nava 2 sal û 9 mehan de nîvê pereyê 9 salên bihurî, ji aboriya Îranê kêm bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN