• Komîsyona Azadiya Dînî ya Navneteweyî ya Kongreya Emerîkayê bang li Rêveberiya Trump kir da ku Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî weke hikûmeta rewa ya Sûrî qebûl bike. 

Komîsyona Azadiya Dînî ya Navneteweyî ya Kongreya Emerîkayê (USCIRF) bang li Rêveberiya Trump kir da ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi awayekî fermî weke hikûmeta rewa ya Sûrî qebûl bike.
Komîteyê wekî din ji Rêveberiya Trump careke din xwest rejîma Tirk ceza bike ji ber ku ew maf û hiqûqa hindikahiyên dînî û etnîk binpê dike. Wê her wiha ji hikûmeta Emerîkî xwest ku zorê li Tirkiyeyê bike da ku Tirkiye ji erdên li Sûrî dagirkirî, derkeve.
USCIRF bi îhtîmam îşaret bi pêdiviya destekkirina rêxistinên civaka sivîl kir da ku bernameyên cihî ji bo jinûveavakirina herêmê bi pêş bixin. Komîsyonê xwest ji bo çareseriya siyasî jî Rêveberiya Xweser weke aktoreke kilît tevlî hevdîtinên li Cenevreyê bê kirin.
USCIRF bang li hikûmeta Emerîkî kir da ku bêhtir bi Rêveberiya Xweser re kar bike û herêmên wê jî ji mueyîde û cezayan muaf bike. 

WASHINGTON