Êşkence li pîrejina nexweş kirin

Li gundê Elmaliya ser bi navçeya Çermê ya Çewlîkê, leşkerên Tirk ên dagirker li pîrejina 75 salî ya nexweş Hase Adibellî û Mustafa Adibellî yê 85 salî kir û kelemçe li destê wan xistin û piştre jî xaniyê wan xira kirin. 

Leşkerên dagirkeriya Tirk bi ser gundê Elmalî yê ser bi Çermê ya Çewlîkê de girt. Dagirkeran Hase Adibellî ya bi nexweşiya alzaymerê ketî ya 75 salî û hevjînê wê Mustafa Adibellî yê 85 salî kelemçe kir, û li wan xist. Dagirkeran piştê ku ew ji xaniyê wan derxistin, xaniyê wan xira kir. 

Li ser bûyerê gundiyan nerazîbûn nîşan da û leşkeran jî dest danî ser telefonên gundiyan. Lawê wan Mîryekta Adibellî jî diyar kir ku ew ê giliyê berpirsiyaran bikin. Mîryekta Adibellî got, diya min bi nexweşiya Alzeymer e û xaniyê me li gorî wê hatibû çêkirin, niha wan ew ji xanî jî kir û lê jî xistin.

ÇEWLÎK


İlginizi çekebilir

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.