Wutuwêjî Kuruş Laşayî - Beşî sêyem

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 4 Sibat 2023 - 01:36

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan(160)

hsghazi@gmail.com

 

Teslîmî şerafetmendane

Emnîş hewlim da bo xebat be dijî ew rastîyane u têkî şikandim. Lew hengameye da teslîmî şerafetmendane u qubûlkirdinî helekan u cwêkirdnewey waq'îyet le dijî waq'îyet nek her erkî neteweyî belkû danewey qerzêke ke însan be xoşî qerizdare.

Waq'îyet çîye û dijekey kameye? Waq'îyet eweye ke komelî Iran komelêke be tewawî taybetî, be çend hezar sal kultûr û nerît u kirî taybetî xoyewe. Mebest le parastinî saxtumanêkî kon nîye, belkû mebest kelupelekanî u ew binaxe piteweye ke ezmûnî xoy dawe ke taybetmendîyekanî em komele pêk dênê,u lewe bînayek saz keyn ke legel zeman biguncê. Şoriş bew manayeye ewey kon u genîwe u yan yarmetî deka be helpirûkan û xirape têk deyn u firêy deyn u eweş ke baş u cwane biparêzîn û le ser ew binemayey ke heye be leber çawgirtinî taybetmendîyekan u ew pêdawîstîyaney ke hen, komelêkî pêşkewtû, azad be manay rasteqîne u be îrû saz bikeyn. Eger bijardeman ew pinkte bê ke wa bê debê dest bikeyn be rave kirdinî komelî Iranî u ew demî wulamî ewto wedest dekewê ke renge bo hêndêkan cêy sersûrman bê. Lew rave kirdine da bibir bibir degeyne ew akame ke hewelîn û bineretîtrîn hengawî ke debê bo alugor û nwê sazî komel helgîrêtewe – yan helgîrayewe – şikanî darbestekanî sîstimî fêodalî bû ke wekû sedêk be sedan sal pêşî peresendinî wulatî girtibû. Abûrî êmey le dewrêkî bestiraw da zîndanî kirdbû û rêgay nededa be pişkûtnî hêze afrênerekan. Waq'îyet eweye ke ew hengawe helgîrawetewe.

 

Darûxanî sîstimî axa û re'êtî

Le wulatî ême da sîstimî axa u re'êtî le binçînewe darûxawe. Eme karêkî piçûk nîye. Ewe gorînî serokî filan îdare nîye. Be wêranewe dekrê bilêyn, ewe mezintirîn rûdawî wulatî êmeye, çunke be tewawî rêgayekî nwêy kirdûwetewe û hêndêk hêzî azad kirdûn ke akamekey le çend salî dahatû da debînîn. Û ew car berawerdkirdinî legel ew wulataney ke wez'yan wek ême wa bûwe nîşan deda ke ciyawazî rêga le kwêweye ta kwê. Ewe xeyb gutin nîye, belkû akam lêwergirtinî mentiqîye le berhemekanî ew alugore ke êsta xoy denwênê û arasteyek ke rewtî karekan weberî girtûwe. Dijî waq'îyet nikûlî lewe deka. Ew be dû destan be formûle wêşkekanewe nûsawe û eger serîşî le ser danê destî lê helnagrê. Formûlekey ew be xulqênerî u nermîyewe  dekar nakrê, le xizmet pratîk da nîye, belkû pratîkî le xizmet forrmûl nawe û hîç seyr nîye ke destî nagate heqîqet. Çunke bawer naka be nezanî xoy.

 

Îdêalîstî here xirap

Kesanî awa îdêalîstî here xirapin, ewan zêhnîyet u fikrî zeman û kesanî dîke wepêş em 'eynîyete u emey heye dexen. Bew pêye karesatî lê dekewêtewe. Yan kuştarî tirisnake yan be zaye çûnî hêzî însanî û mêşkêk ke debê de xizmet sazindeyî da bê u be naumêdî u dilbêzî ke be duway şikan da dê belayekî gewrey lê dekewêtewe.

Waq'îyet eweye ke dêmokrasî çemkêkî rêjeyî ye û hemîşe le barudoxî konkirêt da, şêwey konkirêt be xoyewe degrê ke lewaneye legel şêwey konkirêtî dêmokrasî le helumercî dîke da tenanet nakok bê, le katêkda eger berastî bimanewê her dû şêwekanî be manay zansitî wuşeke û bew manayey ke însanî xawen bîr û objêktîv lêy tê dega, tê bigeyn, dêmokrasî debînîn. Eger nasandinêkî awa qubûl bikeyn debê pere pêdanî dêmokrasî yan wirdtir bilêm binaxekanî dêmokrasî le Iran da qubûll bikeyn. Ew dêmokrasîyey ke komelî Iran hewcêy pêyetî dêmokrasîyeke ke be mîlyonan komelanî zehmetkêşî werzêran u kirêkaran bitwanin le çarenûsî xoyan u le çarenûsî komelî xoyan da bekelk bin u be şêweyek le şêwekan şiklî pê biden. Ew neberde herawey ke dijî cehl û nezanî le ladê destî pê kirdûwe, xwêndewarkirdinî gewresalan u mindalan le astî berbilaw da, birdnî binyate dêmokratîkekanî xoyarî û xo dawerî ke debête hoy peresendinî berpirsyaretî komelayetî u peresendinî rûhîyey serbexoyî û dawerî. Be taybetî bo naw gundekanî wulat ta here dûrkewtûşyan, birîtîye le binaxey dêmokrasî rasteqîne bo wulatî ême. Dijî waq'îyet ewey pê qubûll nîye. Ew dêmokrasî le ser binaxeyekî metîn le jiyanî abûrî û astî kultûrî û hestî berpirsyaretî komelayetî berz da nabînê, belkû azadî gutey bê berpirsyaretî û bê leber çawgirtnî waq'îyete komelayetîyekanî desteyek le rûnakbîran le ciyatî dêmokrasîyekî ewto debînê. Êmey rûnakbîr zor hawar dekeyn û meylêkî zorman heye bo giftugo û rexne. Le katêkda ta radeyek le berhemhênan u zehmetkêşan dûre perêzîn. Belam kirêkaran û werzêranî zehmetkêşî dîke ke berhemhêneranî serekî serwete neteweyyekanî êmen, kem dwêtir û waq'bîntirin. Ewan çaw le zewî deken û ême le asman. Her boye ême ziyatir dekewîn û heldestînewe, le katêkda ke ewan pitewtir û dilnyatir pa denêne ser zewî û aram belam dilnya berew pêş deçin. Hîwadarim ew rûhelmalawîyey min le dilî rûnakbîranî nîştmanperwer giran neye. Emin basî rewtêkî giştî dekem ke taybetîş be Iran nîye. Em dêmokrasîye bo twêjêk ke le berawerd kirdin legel twêje komelayetîyekanî dîke le rûy jimarewe keme u le rûy hêzî berhemhênanewe kem – her çend nabê karlêkerî le ser berhemhênan nebîndirê – dêmokrasîyekî awa, katêk awa narêk bê. Yanî bo desteyekî piçûkî komelayetî ziyatir bê le radey zerfîyetî komelayetî, nek her baş nîye, belkû ziyanîşî heye. Renge lem core dêmokrasîye ême kemêkîş ziyadîman hebê. Çawêk le hêndêk le gowarekan u amrazekanî rageyandinî giştî çend şahîdêk lew bareyewe nîşan deda. Lewaneye ta radeyekîş leber ewe komelî şarî ême tûşî gîrugriftî cor be cor bûbin. Belam ew qiseye ba bimênê bo duwaye. Mebestim eweye ke çaw le waq'îyetekan bikeyn û bibînîn dêmokrasî rasteqîne ke le dîdî dûrewe û hemû komelewe û nek beşêkî piçûk lew komele debê çilon bê u binaxey çilon dadendirê, ca ew car qise bikeyn. Dîsan waq'îyet eweye le dinyay emro da ke şanoy milmilanî û xebatî hêze gewrekane wulatêkî wekû ême ke gîrugriftî zorî heye u debê be ahengêkî nek asayî, belkû be hengawî qelembazane berew pêş biçê bo ewey we duwa nekewê u le aşî hêzegewrekan da gîr neka, hewcêy be palpiştî me'newî heye ke be pişt bestin pêy legel gîrugriftekan biçarê u rêga text bika. 

Dirêjey heye…

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.