Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî şeşem

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 25 Sibat 2023 - 01:42

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (163)

hsghazi@gmail.com

 

Alugorî direng wext 

Bedaxewem ke alugorêkî awa, direng le min da pêk hat. Belam le bîrtan bê, emin 17 salim temen bû ke çûme henderan û nîwey 'umrim lewê tê perand. Ezmûnî tal pêwîst bû bo ewey ew twêkiley be dewrî xom da sazim kirdbû bişkênim û bîrûram azad bê û bigeme ew akame ke be salan temenî xoşewîstim le dest dawe, be duway tirawîlkeyekî bê kelik da xarim dawe, sergerdanî û rencim kêşawe u le rastîda le ruya da têm perandûwe. Le katêk da eger ew kat û ew lêhatûyiyey xom le xizmet be xelik da bexit kird ba le ser binemay waq'îyete mêjûyiyekan, u le ser binemay pêdawîstîyekanî lem birge konkirête mêjûyiye da, êsta lem dox û ew wez'e da nedebûm. Belam renge ewe xoy xêrî pêwe bê u ew kesaney ke legel min hawqedem û hawdeng bûn ratlekênê, çunke îtir ewe tecrebey hewel nîye. Nîkxa, Parsanejad û xelkî dîke u duwacar min! Ew rûdawane her nebê debê çend kes le dostan wa lê bika ke bîr bikenewe û biprisn ême çi dekeyn? Ewe pirênsîpêkî xo lê nebwêre le hemû zanistekan da ke şikanî peyta peyta le tecrebe da, şahîdî eweye ke piyawî ezmûnkar be pêçewaney qanûnêtî helsukewt deka, ew babetey tecrebey deka baş nanasê û şêwey karî legel rewtî babeteke naguncê. Kesî 'aqil eweye ke dest le tecrebey kwêr helgirê, dest bika be mutala u lêkdanewe u demar girjî u xo lekin zorî u, ewey ke qisey piyaw yeke û nabê be dû, welawe nê û rêz le waq'îyet bigrê.

 

Dûr le xelik

Eger ewey ke min sebaret be waq'îyetekan gutim qubûl naken, belanî kemewe qubûl biken dûr le xelik, çi le nawxo û çi le henderan, qet desttan nagate heqîqet. Belanî kemewe helumercêk pêk bênin ke bituwanin bigerênewe. Lêre da qaremananî rasteqîney mêjû le mîlyonan jin û piyawî Iranî hestyan ragirtûwe û şew û roj mil le gîr u giriftan deswên, zewî sext dekêlin, dilî kêw dekolin, fêrtan deken rêga be kam la daye u berdelan u binbest le kwêye. Lewey ke em derfetetan dawe be min ke qisekanim bikem sipastan dekem.

Bêjer: Êsta sebaret be êwe u ew qisaney ke kirdtan hêndêk pirsyarman heye.

Laşayî: Tikaye. Emin amadem. 

Pirsyar: Çon bû êwe biryartan da bigerênewe bo Iran?

Laşayî: Le ber çaw bigrin ke emin 17 sal le derewey wilat bûm u ew rêkxiraweyeş ke çalakîm têda dekird wate Sazmanî Inqîlabî Hîzbî Tûdey Iran le Derewey Wilat, her lewê be xo da hatûwe û şiklî girtûwe. Le akam da rêkxiraweyekî awa u emnîş ke endamî bûm, bîrurakanî le derewey wilat wergirtûwe û syasetekan u rêbazîşî her lewê deqî girtûwe. Aşkiraye boçûnekanman sebaret be komelî Iran zeynî u binaxey serekî ew lemer serubendêk bûwe ke le wilat derkewtibûyn. Ca boye be hasanî tê degeyiştirê ke bîrkirdnewekanî ême hemîşe nîşaneyekî pirsyarî be duwawe bûwe û ewîş ewey ke "be rastî le Iran çi base?", her le ber eweye eger le kurte mêjûy sazmanî ême wird binewe debînin:

 

Gorînî rêbaz

Çend car rêbaz gordirawe, carêk rêbazî rêkxistinî peragendeman hebû. Ewman wela na û serkoneman kird. Carêk hatîne ser ewey hêz le cêyek kobikeynewe u şerî partîzanî werê bixeyn. Duwatir eweşman belawe na u duwacar bew akame geyiştîn ke debê le pêşda partîyekî behêz le Iran saz bikrê ke bituwanê rêbazî “şerî cemawer dirêj xayen" berêwe berê ke erteşe serekîyekey le werzêran pêk bê û duruşmîşî îslahatî zewî bê. Belam lew yek dû saley duwayî da meseley îslahatî zewî bo ême bibû be gîrugiriftêk. Le layekewe bîrman dekirdewe şitêkî awa karî kiranê nîye belam le layekî dîkewe lêr u lewê şahîdî pêçewaney eweman bedî dekird, bew pêye bo ême zincîreyek lêkolînewe u lêkdanewe pêwîst bû. Helbet ême le ser duruşmekanî xoman berdewam bûyn ke debê şorişî werzêrî bikrê belam biryarman da be her qîmetêk debê bila bibê hawrêyanman denêrînewe nawxo ke duwacar bizanin lêre çi base. Bê leberçawgirtinî gişt ewane her çonêk bê min Iranîm û her karêkî ke bimewê bîkem debê le Iran bîkem. Le dilewe awatim ewe bû nek le rûy ew meselaney ke le rêkxiraweke da le gorê da bûn û basim kird, belkû wekû Iranîyek ke be salan le nîştman dûr bûwe, ewe bû ke bême nêw nîştmanim u bibînim duwacar çi base u çi kerden. Ewe bû baru bendîlî seferim best û be nihênî hatmewe Iran.

Dirêjey heye…

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.