Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî Heştem

Hesen QAZÎ nivîsand —

Yekşem 12 Adar 2023 - 14:52

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (165)

hsghazi@gmail.com

 

Ewan têgeyiştinêkî tenê têknîkîyan lemer şerî partîzanî hebû, le cêda hîç yan zor kem girîngiyan deda be meseley siyasî u coreyek nîzamêtîyan pê qubûl bû. Bo nîşan danî şêwey bîrkirdnewey ewan bas kirdinî nimûneyekî piçûk bese: Deyan gut, le hîç helumercêk da u be hîç cor nakrê fermandey partîzanî bigordirê û debê bê emla u ewla gwêrayelî le qisekanî bikrê u duwacar le duway gengeşey zor ke lewaneye ew însane hele bika yan fermanekanî be şikanêkî hetmî tewaw bê, duwacar çi kerden? Dezanin wulam çi bû? Ewey ke eger çare nebû debê le piştewe teqe le fermande bikrê. Şêwe bîrkirdneweyekî ewto ke tenanet sadetirîn pirênsîpekanî  dêmokrasîş pêşêl deka u bo hîç layek ne partîzanî sade u ne fermande, hîç mecalêk nahêlêtewe ke qisekanyan biken, çunke yekyan debê ta duwa dem gwêrayelî bika û ewî dîkeşyan be bê derfetî bergirî bikûjrê, qet natuwanê serkewtin be dest bênê. Duway geranewey ew gurûpe le Kûba dimeqire le ser ew rêbaze destî pê kird û ezmûnî ew kesaney ke xoyan ew rahênaneyan dîtbû, bes bû ke ew rêbazeş le ruwangey ême da fit bikrê, helbet helumercî dîkeş  yarmetî eweyan da. Her ew serubendeş bû ke Çê gêwaraş le ezmûnî Bolîwî  têk şika bû . Ême le ser ew meseleye zorman qise kird û geyiştîne ew akame ke karêkî ewto serkewtû nabê  û şitêk nabate pêşewe. Lewe duwawe êdî be tewawî rûman le ezmûnekanî şorişî Çîn kird. Pêwendî dostaneman legelyan hebû û ewan ezmûnekanî şorişî xoyan le ber dest ême nabû u emin lewê destim kird be lêkolînewe û xwêndnewe sebaret be şorişî Çîn. Ême be bê ewey ke serinc bideyn ke ew ezmûnane î wulatêkî dîke u be helumercêkî dîkeweye kopîman kird u kirdmane rêbazî xoman. Helbet êsta lewaneye bo wêne Hîzbî Tûde bê û bilê  emin le hewelewe her ewem degut yan yekî dîke.

 

Helwêstî ewan çîye

Belam debê bizanîn ewan le çi helwêstêkewe ew qiseye deken bo ewaney ke le cêda eweyan bo legorê da nîye le Iranê debê çi biken u her boyeş zehmetî lêkolînewe u hatnewe bo Iran be xoyan naden. Çunke eger rastyan gutba dehatnewe. Çîrokêktan bo degêrmewe ke rûhîyey ewane be cuwanî nîşan deda ew zemanî ke ême pêwendî xoman legel komîtey nawendî heldebrî, kurekan deçûn  ewanyan dedî u qiseyan legel dekirdin. Le cêda ême bew akame geyiştibûyn ke baştirîn şêwey pêmil kirdnî endamanî hîzb bo helbiran le komîtey nawendî eweye ewan xoyan biçin u carêk legel ew axayane qise biken. Her çonêk bê le yekêk lew çawpêkewtinane da, cewanekan delên çûnewey Iran debê amancî serekî bê u Îrec Eskenderî delê helbet ewe tewaw raste. Êwe biçnewe, ême be hemû hêzî xoman piştîwanîtan lê dekeyn. Cewaneke pêy delê êwe xotan bo çî werê nakewn? Eskenderî delê axir nabê çunke ême rêberîn. Cewaneke le wulamî ew qiseye da pêy delê eger berhelistî êwe bo çûnewey Iran eweye, ewe çarekirdinî zor hasane rêberî biden be min, êwe biçnewe naw, ba le babeteke dûr nekewînewe. Be rû têkirdin lew têorîye rêgay nifûzî ême le Iran da bo êmeş hate gorê. Her ew demî bîstman hêndêk têkhelçûn le Rojaway Iran heye. Minyan nard û hatim û lêkolînewem kird u geramewe u biryar dira hêndêkman biçîne wênderê. Belam katêk werê kewtîn cereyaneke tewaw bibû u şika bûn. Naçar maweyek le 'Iraq maynewe u dîsan tûşî rarayî u bê biryarî hatbûyn. Duwacar biryar dira ke Parsanejad binêrînewe nawxo bo ewey ew be rêkupêk kirdinî hawrêyan û lêkolînewe u nirxandin bituwanê guzariştêk bida be ême le ser wez' belam be daxewe ew raportey ew le rastîda le rêgay têlêvîzyonewe be dest ême geyişt. Boye delêm be daxewe çunke lew rêyewe diyalogêk saz nabê u însan her le seretawe pêş dawerî deka û bêzarî derdebrê, ewe bû ke min xom werê kewtim. Çûme şêx nişînekan lewênderê wez'î Iranîyekanim nirxand. Lew maweye da le şêwey xebatî felestînîyekanîşman kolîyewe. Be kurtî le hemû dergayekim dawe u sertaserî cîhanim pêwawe. Be dewr u berî Iran da geram duwacar hatmewe nawxoy Iran û akamî gişt ew nirxandin, derbederî û zehmetane emeye ke deybînin.

 

Qise kirdin le têlêvîzyonewe

Pirsyar: Êwe delên qisekirdinî Parsanejad le rêgay têlêvîzyonewe tesîrî nebû, êwe xoştan xerîkin her ew kare deken. Pêtan waye çi tesîrêkî debê?

Laşayî: Raste. Lem rêgayewe pêşdawerî heye belam le ser min çend hokar beyekewe ko debêtewe. Yekyan ewey ke jiyanî min bo hawrêyanim wek kitêbêkî kirawe waye u ewan dezanin ke min le metirsî netirsawim û be pêşwazîyewe çûm (ke helbet ew meseleye lemer Parsanejad û Nîkxaş her wa buwe) belam ew hokaraney ke legel em pinkte ko debnewe birîtîn lewey ke ewe carî çendeme ke rûdawêkî ewto deqewmê. Lecêda dûpate bûnewe debê derbirî qanunêtîyek bê. Îtir nakrê basî degmen bikrê. Her weha ew nuxteyeş heye ke îdî nabê her fikir bikrêtewe le hoye zeynîyekanî min bo beşdarî lew çawpêkewtne belkû debê bîr leweş bikrêtewe ke waq'îyetî berçawîş hen yan belanî kemewe lewaneye hebin. Emin pêm waye bituwanim bew kare, ew şokey ke le Iran tûşî min hat û bûwe hoy ewey bigerêmewe rabirdû û bîr le rabirdû bikemewe u le rêbazekeman dirdong bim, ta radeyek bigwêzmewe bo ewan. Gişt ew hokarane beyekewe yarmetî deden ke ewan ziyatir bîr le meseley xoyan bikenewe.

 

Nawerokî qisekanî min

Girîng eweye ke serinc bidrête ser nawerokî qisekanî min u le astêkî ewto da bê ke mutalay leser biken.

Pirsyar: Êwe basî rû tê kirdin le têorî şorişî Çîn tan kird û ewey ke kopîtan kirdbû, dekrê ew babete ziyatir şî bikenewe?

Laşayî: Belê birwanin şorişî Çîn tenya şorişêke ke bew rêgaye da serkewtûwe. Her boyeş hêzî berewxo rakêşanêkî taybetî heye û boyeş, ême demanewîst bîkeyn be modêlî xoman be bê ewey serinc bideyne ser helumercî konkirêt. Şorişî Çîn be dijî fêodalekan û destdirêjkeranî bêgane bû u erteşekey erteşêkî werzêrî bû u le her cêgayek rîşey dakutaba îslahatî zewî dekird û zewî le nêw werzêran da dabeş dekird.
Dirêjey heye...

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.