Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (161)
hsghazi@gmail.com
Hêzêkî awa le nasyonalîzmêkî pêşkewtû û pişkûtû ke pasî beşerîyet bida û hurmetî însanekan bigrê u lexobayî u qîn le dil nebê, deweşêtewe. Emin boye cextim le ser ew xesletane kirdewe ke neka ew peyve ke wekû zor peyvî dîke, manay dîkeşî heye, xirap lêk bidrêtewe.
Hawpêwendî neteweyî û yekayetî 'atîfî
Renge ew wuşeyey ke Nîkxah dekarî kirdûwe u ewîş "hawpêwendî neteweyî u yekayetî 'atîfî" ye baştir mebesteke bigeyênê. Peresendinî wulatêkî awa pişt bew hêze debestê u naçar debê le layekewe ta ew cêyey dekrê, pê le ser kultûr û binyate neteweyiyekan dabgrîn u le layekî dîkeşewe pêwendîye dereweyiyekanman le ser binemay siyasetî serbexo u erênî dabmezrênîn ke dostayetî legel hemû wulatan we ber bigrê u le rûtandnewe be dest hêze gewrekan le eman da bê. Û bo ew dûwane her dûkyanîş hewcêman be abûrîyekî behêze, ew corey ke pêdawîstîyekanî xomanî pê dabîn bikeyn u bem û bew nebestirêynewe. Em siyasete serbexoye pêdawîstîyeke û duruşim nîye rastîyeke. Le cîhanî henûke da debînin ew wulataney ke xerîkî peresendinin, xoyan le kelewey bestiranewey yek layeney abûrî rizgar deken. Be taybetî le mer kelikwergirtin le serçawe xo riskîyekan xebatî gewre bo kelik lêwergirtin be qazancî wulatanî xerîkî geşesendin le gorê daye ke meseley newt le Iran u zor wulatî tir yan meseley kelikwergirtin le awî qeraxan u hitd le wane ye. Lew helumerce da rûdawekan fêrman deken pişt bestin bew û bem hêzî gewre pêdawîstîye neteweyiyekan çareser naka, çunke yekêk her katêk ke xoy be pêwîst bizanê leşkir kêşî deka bo ser xakî dost û ewîdîş le katî metirsî da dostekey be tenê dêlêtewe, ca boye siyasetêk ke behêzî û palpiştî wulat desteber bika, siyasetêkî durust û le arastey berjewendîyekanî xelik daye.
Wez'î wîşkaroyî Hînd
Eger ewaneman pê qubûl bê aya be cê nîye ke lew siyasetaneş piştîwanî bikeyn ke le buwarî cor be cor da wepêşî girtûwe u be hemû hêzewe yarîdey bideyn? Aya xebat bo wedestihênanî qazancî ziyatir le newt duwacar be zererî kêye be zererî ême yan kolonyalîstekan? Aya le penay gwêçkeman le wîşkaroy Hînd, hêndêk rûdaw rûdeden ke nabê le astyan bê tefawet bîn? Aya siyasetî sazkirdinî perjînêk lem awane da le katêkda dijayetî berjewendî u nakokîyekanî hêze gewrekan ew nawçeyey tûşî alozî u qeyranî kirdûwe, be qazancî ême nîye? Aya pêkhênanî pêwendî başî bazirganî u siyasî u îtir legel wulatanî ser be cemserbendî cor be cor u nakokî cîhan siyasetêkî durust û jîrane nîye? Leber çî! dijî waq'îyet nikûlî lewe deka. Ew le ciyat siyasetî dostayetî û rêzgirtinî dû layene be şêweyek ke berjewendî ême leber çaw bigîrê dest deka be tûre û tosnî. Ew hêz peydakirdinî Iran be qazancî nazanê û helbet çaw u gwêy le ser rûdawekanî şêwe wîşkaro û tenanet Urûpaş axnîwe. Ew nukûlî deka le xebat be dijî kompanîye newtîyekan. Lew cêgayey hejmar dedwên ew tews û binaşt be kar dênê çunke qubûlkirdinî waq'îyetêkî ewto binaxey bîruray wî têk deqrimênê. Helsûkewtî dexate jêr pirsyar u rêgakey berperç dedatewe belam eger lewe têgeyiştbêtîn debê le xoman dest helgirîn, ew têkoşane bo le xo têperandin, be boçûnî min têkoşanêkî hêjay însanî ye. Eger bituwanîn bew şêweye xo leber çaw negrîn, yanî ew bawerî u fikr u awataney ke de ême da rîşeyan dakûtawe u deqyan pê dawîn, le ast qanûnêtî diyardekanî waq'îyetî zibr û sext belam durust belawe nêyn u lêyan tê perîn, detuwanîn jiyan ew core saz bikeyn ke pêwîste.
Deng, deng dênê
Belam, rast lew şwênaney ke ew bawer û bîrurayane be çirî, ko debnewe u derdekewin, lê têperînyan dijwartire. Çunke le komel da her dengêk, dengî xelkî dîke be duway xoyda dênê û her kes ewîdî radekêşê. Gurûpêkî çir, hemîşe hêzêkî rakêşanî taybetî xoy deafrênê. Lêre da metrisî gewreye. Dekrê be hawarêk denaw komelêk xelik da hemûwan hawar biken yan dekrê be qaqayek hemwan qaqa pêbkenin, çunke komel qanûnêtî xoy wekû komelîş heye u ferd ta radeyek, helbet ta radeyek bewan debestêtewe. Hêze reşekan, ew hêzaney ser bew deselataney ke le fikrî sûd û qazancî xoyan dan, lew diyardeye kelik werdegrin. Be taybetî eger ew heşîmete dûr le nîştman, dûr le xelkî nîştman bê û zeynî cewan û bê xewş û pir le hestî wek madeyekî xaw bihênête gorê. Îdî ewaney be siyasete gewrekanewe xerîkin lew meydane da wexo dekewin u be xirap kelkî lê werdegrin. Kesêk ke hate naw komelêk, lew cem’e da detwêtewe û be dûy da ra dekêşrê . Ferd îdî boy nakrê be mêşkî serbexo bîr bikatewe u lewaneye lew rewte da dilî biçête belênî helxeletêneraney em u ew û yekser le dinyay mentîq bête derewe u îdî ew demî zor direng debê. Rêgay paşgez bûnewe namênê yan însan pêy wa debê ke nemawe u bew rêbazeda ke girtûye derwa. Ewe be qazancî kêye? Aya be qazancî Irane? Aya be qazancî gelî êmeye ke be hezaran cewanî xwêndkar u xwêndû u yan pispor, her çend biyanewê bgerênewe, le filan û fîsar wulat danîşn û bew pêye diyardey helatnî mêşkekan, be kembûnî pispor u berêweberan wulat tûşî sedan nexoşî komelayetî dîke bê. Gelo kê lewe zerer deka? Be mîlyonan kirêkar û werzêrî Iranî. Be qazancî kêye? Be qazancî ew hêzaney ke deyanewê ême wek rabirdû her be dûy gasnewe bîn u berubûy zehmetî xoman be dû destan pêşkêşî ewan bikeyn u çerx û derzî û parçe û yexçal bikrîn û ew mêşkaney ke her be xwênî dilî ew xelke derfetî peresendnyan bûwe, u le têknîkî modêrn da bûne pisporr, heman çerx û derzî û parçe û yexçal durust bika belam bo ewan. Biçewsêtewe û duwaye berûbûy zehmetekey be wulatêkî ke be duwakewtû ragîrawe bifroşrê û dîsan çewsandnewe û çepandin, eweye qazancî ew deselatane.
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Zemîney pêkhatinî Komîtey Şorişgêr
13 gulanê
Nasandinî Komîtey Şorişgêr
15 nîsanê
Tûdê organî têorî sazmanî înqîlabî
1 nîsanê