Îro, cîhan dikeve serdemeke ku şer û pevçûn her ku diçe zêdetir dibin. Ji Şerên Napolyonî vir ve, kontûrên pergala ewlehiya navneteweyî gelek guhertin derbas kirine: Pergala Viyanayê bi pergala Versailles-Washingtonê ve hate guhertin û ew jî bi pergala Yalta-Potsdamê ve hate guhertin. Her pergalek, bi awayê xwe, hewl da ku pêşî li dubarebûna şer bigire. Ji destpêka sedsala 20’an vir ve, bi lezbûna pêvajoyên civakî, siyasî, aborî û leşkerî, pêşbînî hatine kirin ku şer dê ji jiyana siyasî ya mirovan winda bibe. Lêbelê, rastî pir cuda derketiye holê. Li şûna aştiyek mayînde piştî bidawîbûna Şerê Sar, serdemeke bi gihîştin û kombûna nakokiyên nû ve hatiye nîşankirin destpêkirîye. Qrîza Rûsya-Ukraynayê tenê dîyardeyek komkirî ya vê meylê ye.
Rewş ber bi aliyekî metirsîdar ve diçe. Faktorên ku bi awayekî kevneşopî bandorê li ewlehiya navneteweyî dikin û şeran derdixin holê, berdewam dikin û xetereyên nû yên ku dibin sedema pevçûnan derdikevin holê. Di bin van şert û mercan de, misogerkirina ewlehiyê girîngiyek taybetî digire. Avakirina pergaleke ewlehiyê ya navneteweyî ya hevgirtî dê di pêşerojeke nêzîk de dijwar be. Lêbelê, civaka cîhanî pêwîste rê nede ku rewş ber bi xirabûnê ve biçe. Divê rêyên aştiya domdar werin dîtin, bi hev re pêşxistina têgehên ewlehiyê yên nû bi derxistina dersên herî bibandor ji ezmûna dîrokî.
Sedsalek û nîv berê, nivîskarê mezin ê rûs Lev Tolstoy navê berhema xwe ya nemir "Şer û Aştî" danî. Naveroka romanê li ser bûyerên Şerê Welatparêzî yê 1812’an bû. Sedsalek û nîv şûnda, mijara şer û aştiyê bê guman di serdema me de jî tê bîra mirov. Ev têgeh bingeha pêvajoyên cîhanî yên hemdem nîşan didin û wê ramanê ku cîhan serdema aştî û pêşveçûnê dijî, dixe ber pirsê. Cîhana îro şahidiya şerên herî mezin û berfireh ji dawiya Şerê Sar vir ve dike. Şer û pevçûn di heman demê de li Ewropa, Asya û Afrîkayê gur dibin û mirovahî li ber deriyê pevçûnek gerdûnî ya mezin e. Kes nikare garantî bike ku qrîzên hîn girantir jî çênebin ji ber tiştên kû em niha dibînin wekî ne mumkun xuya dikirin.
Dema ku mirov li dîroka sedsalên 19 û 20’an dinêre, mirov dikare bibîne ku her ku cîhan ber bi serdema nûjen ve diçû, baweriya bi şeran hêdî hêdî wunda dibû. Wisa xuya dikir ku êrîşkarî û pevçûnên çekdarî dê bibin tiştekî derbasbûyî û mirovahî dê di dawiyê de ji kabûsa şer rizgar bibe. Lêbelê, ev nêrîn bi awayekî zelal Ewro-navendî bû û bi giranî ji bo şerên di navbera hêzên mezin ên di nav Ewropayê de lê, ne ji bo hemî pevçûnên gerdûnî dihat hesibandin.
Mirov her tim bi aqilmendiyê nayên rêber kirin. Û îdiaya ku di mijarên cidî yên wekî şer de, kes bi awayekî bê guman bi aqilmendiya siyasî an aborî tevdigerin, xwezaya tevlihev a mirovan zêde hêsan dike. Ji ber kû hest jî beşek ji xwezaya mirovan in. Baş tê zanîn ku hin şer bi giranî ji hêla hestan ve bandor bûne û heta ji wan derketine. Ev ne tenê ji bo hestên kesane yên derdorên serdest, lê di heman demê de ji bo hestên neteweyî û giştî jî derbas dibe, ku dikarin wekî katalîzatorên şeran jî xizmet bikin. Her çend ev faktor ne gerdûnî be jî, ew nayê red kirin.
Ji ber vê yekê, dîtina rêyek bo aştiyê bûye erkê herî girîng ê serdema me. Vemirandina agirê şer û pêşîgirtina li derketina pevçûnên nû yên mezintir ne tenê ji bo welatên şerker, lê di heman demê de ji bo parastina aştiyê li seranserê cîhanê jî mijarek lezgîn e. Di demek dirêj de, civaka navneteweyî bi erkek hîn ciddî re rû bi rû ye: fêmkirina ka gelo gengaz e ku pergalek ewlehiya navneteweyî ya bi bandor were avakirin ku îhtîmala şer kêm bike û aştiyê heya ku pêkan be biparêze ango misoger bike.
parvê bike

Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Hêza Cîhanê ya Hegemonîk a Super
21 cotmeh
Emperyalîzma Ultra-Kapîtalîst
7 cotmeh
Emperyalîzm: Doh û Îro
30 îlonê