Rexne u rexne le xo girtin

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 8 Nîsan 2022 - 22:30

  • Emin be pêy ezmûnêkî kemî ke lemer karî çap hembû, û car car karubarî çapim ra deperrand.

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(120)
Pêwendî nameyî legel Siyasmek Muyîdzade (Kak Sefa)   

Bew şêweye ke hemû beyanyan ke le xew heldestayn be şêweyekî mezebiyane deçûyn de xomanewe û kirdewe, helsûkewt, û qsey rojî pêşûman dehêna berçaw û be her şêweyek nuxteyekî lawazî yan xetayekaman le xoman da dozîbawe û be rû kirdin le kitêbî sûrî Mao, qiseyekîman bo be "tîorîkirdin" yan pasawî dedozîyewe û le kobûnewey taybetî rexne û rexne le xo girtin da ke hemû rojê berêwe deçû, her kamman be nore nawaxinî derûnî xoman helderişt û lêwey fêr debûyn! Û emin lew kare da ke kemêkîş layenî pêşbirkê û rqeberî legel yektirî têda bû, teqrîben le hemwan "be îman"tir bûm, tenanet dewrî "pêşniwêj" yan "îmamî cum'e" şim degêra  ke car car dû hawrêy kirêkar hebûn ke galteyan pê dekirdim! (Diyare min û zorbey hawrêyan geyiştîne ew têgeyiştiney serkoney ew şêwekare bikeyn, belam ew demî nek her rexneman lêy nebû, belkû fexrîşman pê dekird ke tuwanîwmane le sermeşqî ezmûnî gelî Çîn fêr bîn û be pêy ew bibzûynewe û eweman be deskewtêkî gewre dezanî bo nwêkirdnewey xoman).

Bew pêşîneyewe ke îtir le ême da meyî bû û zemanêkî hêndeşî be ser da têneperî bû, be taybetî le naw pêşmerge û nizîk le şanoy serekî xebat, ew meseleye her wa bo ême cîdî bû û herçend le derewe ne dedirka. Belam min be şexse şewane katî xew be karubarî rojane da deçûmewe û hewlim deda eger heleyekim kirdûwe yan eger le ewanîdî da nuxteyekî lawaz û heleyekim dedî, be lanî kemewe bexom da dehatmewe. Le wane nakokîyek bû ke le nêwan şêwey bîrkirdnewe û jiyan û bernamey ême legel ew pêwendîye 'eşîretîyey ke be ser komeleke da hakim bû, ewe bo min meseleyekî cidî bû û car car diyare zor kem legel hawrêyan demhêna gorê. Belam qet le bûnim lewê peşîman û narazî nebûm, belkû ew siyasete û bûnmanim lewê legel ew amanc û bernamaney hemanbû guncaw û be durust dezanî, tenya duway ewey ke geyiştîne ew akamey ke lewêwe rêgae bo guwastnewe bo Iran bestirawe û debê be dûy rêgay dîke da bigerêyn û maneweman le duway ewe hêndêkî pê çû û hemû rojê çaweruwanî gwastnewe bûyn, le wez'eke narazî bûm û 'îtîrazim hebû. 

Lêre da demewê amaje be numûneyekî girîng bikem. Emin be pêy ezmûnêkî kemî ke lemer karî çap hembû, û car car karubarî çapim ra deperrand. (Le wane hawrêyan temayan girt teblîxatêkî narast biken û lewê beyannameyek be nawî "bizûtnewey nwêy komonîstî Iran" bilaw keynewe û bûnî "bizûtnewe" yekî ewto rabgeyênîn û şape u gapey bo bikeyn. Û bo ewey wa nîşan biden ke ew bilaw kiraweye le nawxoy Iran û le helumercî be tewawî nihênî û be dertanî berteng û seretayiyewe bilaw dekrêtewe, ew deqeyan da be min ke be yarmetî Mam Celal amade kirabû ta le çapxaney nihênî partî da ke le konewe hebû çapî kem. Ew çapxaneye le Silêmanî û le naw nanfiroşîyek da bû û le naw tendûr da bû. Emin debû biçme naw tendûreke û le derîçeyekî ra deçûme şwênêk ke amrazî seretayî çapkirdnî lê bû. Be pîtî suwaw deqekem rêk xist û le lapereyekî gewrey kaxezî kahî û be cewherêkî kemreng be dest çend jimarey kemim lê "çap" kird û duwatir nardira henderan û lewê ziyad kira û bilaw kirayewe. Emin her ew demî dijî ew kare bûm û be bê meylî demkird û ewe yek lew numûnane bû ke legel xom le kêşey fikrî da bûm. Belam be hukmî gwêrayelî le zorbe û siyasetî sazman miteqim leber nedehat belam duwatir rexnem le xom girt ke boçî ew demî 'îtîrazim nekird. Helbet dijayetîyekem legel kirdewey narast û nawî saxte bû, herçend nawerokî beyannameke rast û waq'î bû).

Maweyek duwatir partî le Silêmanî çapxaneyekî gewrey dayîr kird ke dezgay modêrn û meznî laynotaypî hebû û westayekî Kurdîşyan le Lubnanewe hênabû ke daymezrandibû û karî pê dekird. Eminyan narde lay ew ke le tenîştî rawestim û lêy fêr bim. Û le dahatû da bituwanîn karekanman lewê encam bideyn. Emin le seretawe be utubos le Bekreco we deçûme Silêmanî be cilubergî pêşmergewe û demançey koltîşm pê bû, belam be tenê bûm û çi hîmayem nebû. Rojêk ke degeramewe Bekreco hestim kird kesêk te'qîbim deka. Ke geyiştme wêstgey utubos, ewîş hat, suwar bû û le kursî piştewe danîştim, ewîş hat û le ber ewey cêy danîştin nebû, rast le tenîşt min rawesta û destî be desgîrey ser serîyewe girt. Min lêm yeqîn bû eger ew pilanêkîşî hebê, lewê le naw utuboseke û lew wez'îyete da natuwanê karêk bika, meger ewey le giyanî xoy guzera bê. Legel eweşda bîrî xom ko kirdewe ser yek û hîç xom şilwê nekird û amade bûm bo her wez'îyetêkî ke bête pêşê, belam bo nasînî dîtim ew katey ke destî bird bo lay serê xalî lê dawe. Belam wêstgeyek ber le Bekreco le utuboseke dabezî, renge tenê wîstibêtî  bizanê min be kwêda hat u çû dekem, û yan dîtbûy lewê hîç natuwanê bika, û peşîman bibûwewe.

Emin her be geyiştinewey Bekreco rûdawekem bo hawrêyan û Mam Celal gêrawe. Mam Celal dest becê polêk pêşmergey nard bo rawedûnanî le gundeke û dewruberî, belam boyan nedozrawe.

Le beyanî ew roje ra be pêkapêk legel 5 pêşmergey pir çek deçûm bo çapxane. Rojêk le gerranewe, kabram lew berî xeyaban dît û be pêşmergekanim nîşan da, yek le pêşmergekan destbecê guley birde ber tifengî û gutî "bîkûjim"?

Dirêjey heye ….

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.